Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin 2022-08-13 17:03:11   ÎZMÎR - Li Îzmîrê jina bi navê Hanîfe Çakici ji aliye Haydar Çakici ve hat qetilkirin.    Li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê jina bi navê  Hanîfe Çakici (33), ji bo xwe ji tundiya sîstematîk a zilamê bi navê Haydar Çakici (34) xelas bike, ji bo çûyîna bajarekî din çû termînala otobusan. Haydar Çakici li temînalê ew bi amûrekê jêker li termînalê kuşt. Kujer li cihê bûyerê hat binçavkirin.     Cenazeyê Hanîfe Çakiciyê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.