Li Sêrtê şahiya gel hat lidarxistin 2022-08-13 15:43:26   SÊRT - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li Sêrtê di şahiya gel de da zanîn ku wê berxwedana gelê kurd AKP-MHP’ê hilweşîne û got:"Kurd êdî xwedî statu ne."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Li dijî mêtingeriyê azadiya civakî” li avahiya HDP’a Sêrtê şahiya gel li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li şahiyê bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” berz kirin.    'Kurdan her tim li berxwe dan'   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku gelê kurd her dem bi qetlîaman re rûbirû maye û wiha got: “Kurdan her dem li dijî êrişan li ber xwe da. Bi dehên salan in kurdan berxwedanek bênavber meşandin. Gelê kurd ne kurdên sed sal berê ye. Kurd siyaseta Rojhilata Navîn diyar dikin û êdî xwedî statu ne. Îktidara AKP-MHP’ê li Kurdistanê li dijî destkeftiyên kurdan şer dike. Dijminahiya kurdan dikin. AKP-MHP îro li çar aliyên Kurdistanê dixwaze deskeftiyên kurdan bike armanc û berxwedana kurdan têk bibe. Bi dehan salan e tiştek nehat guhertin. Îro jî li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê êriş hene. Li dijî destkeftiyên kurdna şer dane destpêkirin û her deverê bombebaran dikin. Lê wê berxwedana gelê kurd AKP-MHP’ê hilweşîne.”    Salîha bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku îktidar li dijî girtiyan sûc dike û xwest demildest girtiya nexweş Aysel Tûglûk bê berdan.    'Divê ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe'   Salîha bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku polîtîkayên şer bingeha xwe ji tecrîdê digire û got: “Divê tecrîd tavilê bê rakirin. Divê ne ku tecrîdê bê rakirin, divê ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Êdî divê birêz ocalan azad bibe ku dikaribe rola xwe ya bo aştî û çareseriyê rabe.”    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.