Li gundê Hesena yê li quntarê Çiyayê Cûdî ye, birîna daran dewam dike 2022-08-13 09:47:34   ŞIRNEX - Li gundê Hesena yê li quntarê Çiyayê Cûdî ye, birîna daran dewam dike   Li gundê suryanan ê Hesana ku li quntara Çiyayê Cûdî ye û bi ser navçeya Silopiya ya Şirnexê ve ye, birîna daran a ji 27’ê tîrmehê ve ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de hatibû destpêkirin, didome.   Li vî gundê suryanan ku ji salên 1990'î vir ve bi hinceta "ewlehiyê" ketina wê qedexe ye û welatî bi destûr dikarin biçin gundê xwe, di dîmenên nû yên ku hatin kişandin de tê dîtin ku bi tonan dar li qadekê bi traktoran tên komkirin û piştre li kamyonan tê barkirin.