ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-13 09:01:16     *Hemdiye Arslan a 74 salî ye 60 sal in kel û pelên dîrokî dide hev. Herçiqasî malbat ji bûyerê gilîdar jî bin ew dev ji hezkirina xwe berneda. Ji her çandî û ji her nîjadî nîşaneyan kom dike. Li gel komirinê bi nexşên xwe jî dixwaze çanda kevin bide jiyîn. Xeyalê wê jî ew e ku ev mîrateya dîrokî wenda nebe. DÎMEN HEYE   *Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jinan diyar kirin ku di nava tecrîdê de, tecrîdeke jê girantir çêdibe û wiha gotin:"Tecrîda li ser Rêberê me, Rêberê gelê aştîxwaz tê meşandin li dijî pîvan û rêgezên mafên mirovan e." DÎMEN HEYE   *Esmer Bal bi çêkirina xalîçeyan hem debara xwe dike û hem jî parastina çanda dayik û dapîra xwe dike. BI DÎMEN    *308 ronakbîrî li dijî êrîşeke Tirkiyeyê ya ku dikare li hember Sûriyeyê pêk bê metnek îmze kirin. Yek ji kesên ev metin îmze kir parêzvana mafê mirovan Fatma Unsal bû. Fatmayê da anîn ku ev sekna rayagiştî û 6 maseyî dikare pêşî li êrîşê bigire û wiha vegot: “Sedema tevgerê ev e ku  hêzên demokratîk û Kurd ên li Rojava bi bandor in. Ger îtîrazek xurt bê tu hêz nikare vê sekna rayagiştî ji nedîtîve bê.” DÎMEN HEYE   *Girtiyê nexweşê pençeşêrê Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku li nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê tê dermankirin tevî rewşa wî krîtîk e nayê tehliyekirin. Tevî rapora beşa onkolojiyê ya ‘ji sedî 80’ê nikare li xwe binêre’ Ehettîn girtiye. Zarokên wî gotin yekane daxwaza wan ev e ku bavê wan bê berdan û gotin kesekî 73 salî dikare çi bike? DÎMEN HEYE   *Naciye Guçlu der barê Nobedên Edaletê yên xizmên girtiyan dane destpêkirin de axivî û da zanîn ku divê her kes piştgiriyê bide çalakiyan û girtiyên nexweş bên berdan. DÎMEN HEYE   * Bi dirûşma "li  dijî metingerîyê azadiya civakî" wê li Rêxistina Sêrtê ya HDP'ê şahî were lidarxistin.(14.00)   * Panela bi navê qirkirina çand û ziman, rola qeyûman wê li avahîya Rêxistina Cizîrê ya HDP'ê de were lidarxistin.(15.00)   * Komeleya Çand û Hunera Mezopotamyayê wê li parqa Ahmet Kaya ya Silopiyaya Şirnexê atolyeyên zarokan lidar bixe.(20.00)