Li Girtîgeha Amedê ya Jinan vîrûsa koronayê belav dibe 2022-08-12 16:15:02     AMED - OHD û TUHAYDER ragihand ku li Girtîgeha Amedê ya Jinan vîrûsa koronayê belav dibe û ji ber tevdîrên koronayê hatine rakirin, kelûpelên paqijiyê nadin girtiyan û lewma her roja ku diçe weqa zêdetir dibin.    Li Girtîgeha Amedê ya Jinan her roja ku diçe mafên girtiyên jin, hîn zêdetir tên binpêkirin. Parêzerên OHD’ê û TUHAY-DER’ê li girtîgehê serdana girtiyan kirin û têkildarî binpêkirinên mafan ku li girtîgehê diqewimin daxuyaniya nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin xwarina ji girtiyan re tê bi pirsgirêk e û hema bêje xwarina tê dayîn nayê xwarin. Di daxuyaniyê de hat gotin gelek jin ji ber xwarin ne paqij e û paqijiya li girtîgehê kêm e gelek girtî nexweş dikevin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îdareya girtîgehê ji ber girtiyên siyasî ne cihêkariyê dike.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandina nameyan hatiye bihakirin û fatûreyên ceyranê jî hatine bihakirin. Di daxuyaniyê de hat gotin weqayên vîrûsa koronayê zêde bûne û ji ber tevdîrên koronayê hatine rakirin, kelûpelên paqijiyê nadin girtiyan û lewma her roja ku diçe weqa zêdetir dibin.