Bandora qeyranê ya li ser girtiyan: Porsiyona xwarinê biçûk kirin 2022-08-12 14:59:15     AMED - Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya hevdîtina bi malbatên xwe re diyar kirin ku ava 3 roj in ji muslixan tê, zer e û gotin porsîyonên xwarina wan jî biçûk bûne.    Girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya hevdîtina bi malbatên xwe re binpêkirina mafên li girtîgehan parve kirin.    Porsiyona xwarinê biçûk kirin   Malbatan anîn ziman ku xwarina ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê dayin nayê xwarin û gotin ev sê roj in ji muslixan av zer tê. Girtiyan wiha dewam kirin:"Fasûle û nokên nehatine çêkirin didin girtiyan û rûnê dide wan jî nayê xwarin. Porsiyonên xwarinan jî ji ber qeyrana aboriyê biçûk kirine. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên tendirustiyê yên cidî rû didin. Madê gelek girtiyan li hev dikevin û verdişin. Em dizanin ev ji ber nêzîkatiya wan a li hemberî girtiyên siyasî ne."   Şandina nameyan buha kirin   Malbatan diyar kirin ku şandina nameyan hatiye buhakirin û gotin:"Her wiha ceyran jî buha kirine. Ji ber DEDAŞ û girtîgeh li hev dike loma ceyranê jî buha dikin."