ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-12 09:00:00   *Bi taybet li cîhana derveyî welatên Rojava, li Efrîka, Asya û Rojhilata Navîn û gelek cihên din , hegemonya kapîtalîst ji bo xwe mîta dîrok û civakî ava kiriye û ji bo biyanîkirina li çandî ya dema binpêker hewl daye û bandorek wisa kiriye, netewên mafên wan hatine binpêkirin bawer dikin ku ji cehaletê xilas bûne, ev binpêkirin heta çavsoriyê diçe. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Jîngehparêz Dr. Medîhe Sofi, diyar kir ku Tirkiyê û Îran bi çêkirina bendav û qutkirina avê zexteke siyasî li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê dike û got: "Li gorî qanûnên navdewletî çemên Dîcle û Firat du çemên navneteweyî ne û av ne aîdî Tirkiyeyê ye. Tirkiyê û Îran avê wekî çek bikartînin." BI DÎMEN    *Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim bi mehane di rojiya mirinê de ne û rewşa wan her diçe xera dibe. Parêzer Ceren Yilmaz ji bo muvekîlên xwe banga hestiyariyê kir. BI DÎMEN    * Jinan diyar kirin ku pirsgirêkên herî girîng ên welat perwerde, têkçûna ahlaqî û şexsîbûne û pirsgirêk girêdayê hev in. Her wiha diyar kirin ku ji bo pirsgirêkan çareseriyek mayînde pêwiste. BI DÎMEN    *Nivîskar Mizgîn Ronak a ku piştî 30 salan gihîş azadiya xwe wiha got:"Edaleta ku dereng hatî ne edalet e. Azadiya dereng mayî jî ji bo min ne azadî ye. Ez bi ‘Ey Reqîp’ ji zindanê derketim. Ez azadiya xwe diyarî, kesên têkoşer dikim."  BI DÎMEN