Şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşan herikîn qadan 2022-08-11 12:25:27     KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê li Kobanê êrişên dewleta tirk şermezar kir. Her wiha bi pêşengiya Kongreya Star şêniyên Herêma Firatê li dijî  êrîşan herikîn qadan.   Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn qadan. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa “Bes e ji bêdengiyê re”, “Bêdengiya we zarokên me dikûjin” , “Kanî mafên min li hemberî civaka Navneteweyî” û “Mafên Netewan biparêzin”, wêneyên cangoriyên azadiyê Zehra Berkel, Hebû Xelîl, Dayika Emîne, Cîhan Tolihildan, Roj Xabûr, Barîn Botan û alên Rêxistina Kongereya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD),Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM), Meclîsa Malbata Şehîdan û Partiyên Siyasî hatibûn hildan. Bi tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Meclîsa Navçeya Şêranê, Eyîn Îsa, Çelebî, Navçeya Sirînê beşdarî meşê bûn. Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir, bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bimire Îxanet” ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû û rawestiya. Ji bo bibîranînên têkoşerên azadiyê deqeyeke rêzg hate girtin û paşê li ser navê Rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê ji aliyê Macîde Hesûn ve axaftin hat kirin.   'Em ê bi têkoşîna xwe çavên dagirkeran birijînin'   Macîdeyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a li ser Herêmê û hedefgirtina jinên pêşeng û wiha dawî lê anî: “Di serî de em weke dayikên şehîdan û jinên pêşeng yên parastina deskeftiyên şoreşa jin û Rojavayê Kurdistanê kirin, em silavên xwe ji Kobanê heya Çiyayên azadiyê dişînin. Em hemû dibînin êrîşên dewleta tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye, ew dewlet her tim bi rêbazên xwe yên hewldanên qirkirinê dixwaze gelên aştîxwez binpê bike. Bê navber êrîşî herêma me dike û komkujiyê pêk tîne, carekê li Kobanê, carekê li Qamişloyê û hemû deverên me yên ku li ser pirojeya Neteweya Demokratîk jiyana xwe berdewam dikin êrîş dike. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin her çiqas bê deng dimînin bimînin lê em ê bi têkoşîna xwe çavên dagirkeran birijînin.”   Meşê bi gerandina govenda Yekîtiya Jinên Ciwan bi dawî bû.