'Li dijî girtiyan polîtîkayên taybet tên meşandin' 2022-08-10 09:01:26     Medya Uren   RIHA - Têkildarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdevka Komîsyona Girtiyan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser xalên girîng û got: "Li girtîgehan polîtîkayek taybet tê meşandin. Ji bo girtiyan bitirsînin gefên weke tecrit, îzole, şewitandina înfazan û cezayên disiplînê li wan tê xwarin. Ji bo girtî di girtîgehê de û dema derbikevin jî ji siyasetê dûr bikevin her rêyê diceribînin."   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û ev şert û mercên zehmet ên girtîgehan bandorê li girtiyên nexweş dikin. Her çiqasî serlêdanên komeleyên parastina mafê mirovan, girtiyan û malbatên wan pêk werin jî encamek nayê destgirtin. Girtîgeh bûne cihê mirinan. Li gorî rapora sala 2022'yan a Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sê mehan de li girtîgehan herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 13 kesan 5 kes girtiyên nexweş ên rewşa wan nebaş bûne, 4 girtî jî bi awayê biguman jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdevka Komîsyona Girtiyan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel nirxandinên xwe parve kir.   'Întîxar di encama gefên îdareyê de rû didin'   Ayşeyê 'întîxarên' li girtîgehan ên di demên dawî de zêde dibin, nirxand û ev agahî parve kir: "Demek dirêj e li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne. Weke komeleyên mafên mirovan li dijî van binpêkirinên mafan me têkoşînek dida. Lewra bi şewba koronoyê re ev bê hiqûqî her ku çûn zêde bûn. Rêveberiya girtîgehê şewb weke fersend dît û bê hiqûqiyên heyî qat bi qat zêdetir kir. Ji ber vê sedemê şert û mercên zehmet ên girtîgehê her ku çû zehmetir bûn. Îdareya girtîgehê gefên weke cezayê disiplînê, şewitandina înfazê, tecrîd, îzolasyonê dixwestin girtiyan bitirsînin. Bi êrişek derûnî re bandorek zêdetir li ser wan kirin. Întîxar û mirinên bi guman jî ji ber vê yekê rû didin. Ev sîstema li girtîgehan û întîxarên rû didin ji hev ne qut in. Têkildarî van xebatên me û lêpirsînên me jî berdewam dikin."   'Polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê dide sûcdaran'   Ayşeyê bal kişand ser polîtîkayên bê cezatiyê yên di demên dawî de, di rojevê de ne û wiha diyarkir: "Îdareya girtîgehê û  wezîfedarên girtîgehê bi polîtîkayên bê cezatiyê re tên parastin. Ev polîtikaya dibe sedema atmosfera heyî ya li Tirkiyeyê û berdewamkirina binpêkirinên mafên girtiyan. Ji ber vê jî îdareya girtîgehê cesaretê digire. Ji bo vê jî gelek mînakan em dikarin rêz bikin. Bi taybetî jî di girtîgeha Tîpa T ya hejmara 22yem a Hîlvanê de pêvajoyek em dişopînin heye. Di dema guherandina qawişan de îşkence, nêzîkatiyên vîna kesan dişkîne pêk hatin. Giliyên me kirine bi biryara bêşopandinê hatin betalkirin. Ev jî bû sedem ku gardiyan bêhtir sûcan bikin. Ji van polîtikayên herî kûr girtîgeh nesîbê xwe digirin."   'Dixwazin girtiyan bitirsînin'   Ayşeyê bi gefên îdareya girtîgehan re berdewamkir û got: "Îşkenceyên li girtîgehan ji bo civakê peyameke gefê ye. Çalakiyên gel û beşa muhalif a li dijî van kiryaran bi awayekî nehiqûqî tên astengkirin. Çalakiyên girtiyan ên ji bo lêgerîna heq û edaletê jî bi cezayên disiplînê re encam digire. Ev polîtîkayên tên meşandin bi awayekî vekirî ji bo tirsandina girtiyan e. Ji bo girtî bitirsin û ji qawişên siyasiyan derkevin yan jî dema derketin ji bo xwe têkilî siyaseta muhalif neke, ev gef û îşkence pêk tên. Hîna girtî derneketîne, wan di hundir de ditirsînin."   'Wê têkoşîna me ya hiqûqî berdewam bike'   Ayşeyê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Binpêkirinên mafan ên zêde bûne bi giştînameya hatiye weşandin re lêgerîna bi dîmen lê hate zêdekirin. Hevdîtina girtiyan a bi malbatên wan re bi rêya dîjîtalê bi awayekî zindî pêk tê. Lê mixabin girtiyên siyasî ji vî mafê xwe sûdê nagirin. Pirsgirêka din a em qal bikin jî pirsgirêkên taybet ên Girtîgeha Hîlvanê ne. Li Rihayê ji ber şert û mercên zehmet ên avhewayê, jiyan zehmet derbas dibe. Ruxmê germa heyî pirsgirêkek girîng a avê û qlîmayê tê jiyîn. Şewitandina înfazan weke zextekê berdewam dike. Bi hincetan înfaz tên şewitandin. Derbarê vê de em doz û têkoşînê didin dewamkirin. Ji salên 2021'ê şûnde rayeke mezintir ji bo lijneya çavdêriyê ya îdarî hate dayîna. Ji bo wê çawa zêdetir girtî di girtîgehê de bimînin? Bingehên vê yekê ava dikin. Dozên em divekên jî mixabin bê bersiv dimînin. Serlêdanên me yên dadgeha bingehîn berdewam dikin. Divê em destnîşan bikin ku ev jî ji îqtidara heyî ne qut e. Dadgeh jî di bin vê bandorê de biryarê digirin. Wê ji îro şûnde jî têkoşîna me ya hiqûqî û demokrasiyê berdewam bike."