ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-10 09:00:00       *Têkildarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdevka Komîsyona Girtiyan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser xalên girîng û got: "Li girtîgehan polîtîkayek taybet tê meşandin. Ji bo girtiyan bitirsînin gefên weke tecrit, îzole, şewitandina înfazan û cezayên disiplînê li wan tê xwarin. Ji bo girtî di girtîgehê de û dema derbikevin jî ji siyasetê dûr bikevin her rêyê diceribînin." BI DÎMEN   *Di mîtînga HDP'ê ya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” de jin peyamenên xwe yên derbarê tecrîdê de bi zelalî anîn ziman û gotin: "Tekanê rêya çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Ji bo azadiyê jî divê têkoşîneke hevpar bê dayîn." BI DÎMEN    *Çagdaş Şenyuz bi wesayîtê li Umut Gunduz ê sporîstên bîsîkletê bû xist û Umut jiyana xwe ji dest da. Dayika Umut Asuman Gunduz du sale têdikoşe û di vê pêvajoyê de bi şîdet, tehîd û îşkencê re rûbirû ma. Herî dawî ji ber ku ji gumanbar re gotiye "kujer" lêpirsîn lê hat vekirin. Asumanê got cezayê nadin kujer didin wan. BI DÎMEN    *Cevahîr Agralil a OHD’yî da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran tên jiyîn û sedema mirinên biguman jî polîtîkaya zext û binpêkirinên li girtîgehan e. BI DÎMEN    *Di 7’emîn qetikirina Ekîn Wan de, siyasetmedara Kurd Tugba Hezer der barê şîdeta zayendî ya li ser bedena jinê de nirxandin kir û got: “Di wî wêneyî de ya ku hat teşhîrkirin bedena jinê bû yan jî dijminahiya dewletê ya li hember Kurdan bû? Tu tiştekî ku dewlet wek serkeftinê ji bo xwe binîvîse tune ye. Tu êrîşî jin û Kurd ji rêya wan nekir.”