Malbata Şenyaşar: Astengkirina me ya ketina edliyeyê ne çareserî ye 2022-08-09 13:13:46     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar didome û malbatê îrobal kişand ser astengiya duh û got: “Astengkirina me ya ketina edliyeyê ne çareserî ye, em ji ber vî deriyî naçin.”   Malbata Şenyaşar çalakiya "Nobeda Edaletê" ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 519’emîn de berdewam dike. Dayik û lawê xwe serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û dest bi nobedê kirin.    Malbat ku ev demek dirêj e li siya baxçeyê edliyeyê nobedê digirt, duh li ser fermana Walîtiya Rihayê ji baxçe hatin derxistin. Emîn û Ferît Şenyaşar ku hatin ber edliyeyê dovîza, “Ji bo edaletê mudaxileyên 519’emîn nikarin me bitepisînin” hildan û li ber bariyeran dest bi nobedê kirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Emniyetê etîket kir û vê peyamê belav kir: “Dilê dayikê bi edalet û merhamet e. Nikare neheqiyê û bêhiqûqiyê qebûl bike û biçe mala xwe. Astengkirina me ya ketina edliyeyê ne çareserî ye, heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin.”