Ji HDP'ê kampanyaya îmzeyê 2022-08-09 10:44:58     AMED - Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokartîk a HDP'ê li dijî tayinkirina qeyûman bi sernavê "Bila îradeya min bajarê min bi rê ve bibe!" kampanyaya îmzeyê dest pê kir.    Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokartîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayinkirina qeyûman bi sernavê "Bila îradeya min bajarê min bi rê ve bibe!" kampanyaya îmzeyê dest pê kir. HDP'ê wiha bal kişand ser armanca kampanyayê ya li ser Change.org:"Em ber bi sala 100'emîn a komarê diçin. Di vê pêvajoyê de yek ji astengiyên mezin a li pêşiya demokratîkbûnê tayinkirina qeyûman e. Ev sepandin sêya li ser demokrasiya sindoqê ye û mafê hilbijartinê yê welatiyan tune dihesibîne. Bi vê feraseta xwe dispêre yekperestiyê ciwan bê siberoj dimînin û ewlehiya jinan jî pêk nayê. Divê encama ji sindoqan derdikevin wekî îrade bê qebûlkirin."   Ji ser lînka li jêr hûn dikarin xwe bigihêjin kampanyayê.   https://chng.it/WdK5RdSK