Summeye Koç: Di rojeva me de hestiyên li Hewegê hatine dîtin hene 2022-08-08 09:04:27   Şehrîban Aslan   RIHA - Hevseroka ÎHD’a Rihayê parêzer Summeye Koç der barê hestiyên li Hewegê hatine dîtin de axivî û got: “Em bang li kesên agahiya wan heye û şahidê bûyerê ne dikin; Ev mijarek hesas e, jibo berpirsyariya wijdanî bigirin ser xwe û êşa malbatan hinek be jî kêm bibe bila piştgiriyê bidin dosyaya lêpirsînê.”   Li taxa Arabuk a Heweg a Rihayê di 7’ê Hezîrana 2022’yan de li ser erdekî di kar û barê paqijiya keviran de sê çewalên cuda yên di bin axê de hatin dîtin û di çewalan de hestiyên aydê mirovan hatin dîtn. Hat hînbûn ku xwediyê erd li Enqereyê dijî û piştî agahî girt di 21’ê Tîrmehê de li Walîtiya Rihayê îxbar kir. Rojek piştî îxbarê cenderme çûn cihê bûyerê û di bin çavdêriya dozger de kolandin hatin kirin.  Hevseroka ÎHD’a Rihayê parêzer Summeye Koç der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ji bo aqûbeta hestiyan fêr bibin serlêdan kirine.   ‘Wê demê Sedat Bucak û malbata wî hebûn’   Summeyeyê da zanîn ku tevî ku hinek kes kiryar nediyar in hinek kes di bin çavan de hatine windakirin, nayên zanîn li ku ne û rayedarên dewletê jî di vê mijarê de tu tiştekî nabêjin. Summeyeyê wiha dirêjî dayê: "Tenê hinek kar û barên ji aliyê dewletê ve hatine kirin tune ne, wê demê hinek komên li ser navê dewletê tişt dikirin hebûn, yanî cerdevan hebûn. Wek tê zanîn Sedat Bucak û malbata wî hebû. Der barê kesên hatine desteserkrin de tu agahî nehatin girtin. Wek tê zanîn dîsa Dayikên Şemiyê yên komeleya me hene. Ev dayik bi salan e li Qada Galatasarayê ji bo darizandina gumanbaran têdikoşin."   ‘Gumanbar hîna tên parastin’   Summeyeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: "Heta îro hinek mirovên ku hestiyên wan hatine dîtin hene. Hemû winda, nehatine dîtin. Ligel vê ji bo cezakirina hinek peywirdarên cemawerî ku di bûyerên windakirinan de cih girtine tu tiştek nehat kirin. Astengiyên li pêş çalakiya Dayikên Şemiyê jî nîşan dide ku polîtîkaya bêcezahiştinê bi awayekî aşkera didome. Mixabin hîna zîhniyet neguheriye. Gumanbar tên parastin. Mexdûr û malbatan di zor û zehmetiyê de dihêlin."   ‘Dewlet malbatan dişîne cem Sedat Bucak’   Sumeyeyê diyar kir ku xizmên windayan serî li wan didin û xizmên windayan der barê xizmên xwe yên ji aliyê cerdevan û peywirdarên dewletê ve hatine binçavkirin de serî li merciyên rayedar didin û got: “Rayedar bersivê didin. Lê rayedar dibêjin kes di bin çavan de tune ne û aqûbeta van dikarin ji Sedat Bucak fêr bibin. Vê bixwe rayedarên dewletê dibêjin. Malbat diçin cem Sedat Bucak û dibêje hinek di destê wî de ne û wê berde. Dibêje beşa din jî wê piştre berde. Di hinek serlêdanên ji bo me tên kirin de dibêjin Sedat Bucak îşkence li xizmê wan kirine. Ev jî tê vê wateyê ku ev di bin agahiya dewletê de dibin. Ger ku dewlet di serlêdanan de berê mirovan bide Sedat Bucak wê demê agahiya wan ji her tiştî heye. Demek qebûl dikin ku van kesan jî nadarizînin."   ‘Hestî herî kêm aydê du mirovan e’   Summeyeyê bal kişand ser hestiyên li Hewegê hatine dîtin û wiha destnîşan kir: “Di rojeva me de hestiyên hatine dîtin hene. Em vê pêvajoyê bi OHD’ê re dimeşînin. Piştî me serlêdan girt em çûn cem dozgeriyê. Dozgeriyê got hinek hestî hatine dîtin. Lê şahidên hestî dîtine gotin hestî dibe ku aydê sê kesan bin. Got hestiyekî serî heye. Lê dozgeriyê got sê hestiyên uyluk hene. Di vê nokteyê de gotinên dozgerî û şahidan li hev nakin. Em ê jî lêkolînan bidomînin. Me ji pisporên tipa edlî jî nêrîn girt. Pisporan gotin hestî herî kêm aydê du mirovan e. "   Sumeyyê bi lêv kir ku hestî niha li ATK’a Stenbolê ne û wiha dawî lê anî: “Wê binêrin ku hestî dikarin li ser lêkolîn bê kirin an na. Ger ku bên kirin wê ji malbatan mînaka DNA’yê bigirin û bînin hember hev. Wek min got niha di rojeva me de hestî hene. Em lêpirsînan dimeşînin. Me hinek daxwaz kirin. Ji bo bendewariyên malbatan bên cih em tevli dosyayê bûn. Em bang li kesên agahiya wan heye û şahidê bûyerê ne dikin; Ev mijarek hesas e, jibo berpirsyariya wijdanî bigirin ser xwe û êşa malbatan hinek be jî kêm bibe bila piştgiriyê bidin dosyaya lêpirsînê.”