ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-08 09:00:00   *Jinên li Kobanê futbolê dilîzin dan zanîn ku ew dixwazin jin di her qadê de xwe pêş bixin û wiha gotin:"Bila jin werin û di futbolê de xwe pêş bixin." DÎMEN HEYE   * Piştî nasnameya Veysel Bagir ê ku di sala 2016’an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin konê şînê hat dayîn. Di roja duyem de ji hêla qeymaqem ve hat astengkirin û dayika wî Havva Bagir, got: "Destûrê nadin ku em şîna xwe bikin. Neheqiye li me dikin. Ji ber ku em kurd in ev tişt li me dikin. Lê ez ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bim. Tu carî ji vê rêyê venagerim." DÎMEN HEYE   *Jinên ku di 6'ê mehê de tevlî mitînga Amedê bûn, têkildarî berdana Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk de axivîn û anîn ziman ku hikûmet ji jinên kurd ditirse loma Ayselê bernade û gotin: "Hiqûq û edaleta hikûmetê ji bo me kurdan derbas nabe. Em bang li hikûmetê dikin ku Aysel Tûglûk demildest bê berdan." DÎMEN HEYE   *Hevseroka ÎHD’a Rihayê parêzer Summeye Koç der barê hestiyên li Hewegê hatine dîtin de axivî û got: “Em bang li kesên agahiya wan heye û şahidê bûyerê ne dikin; Ev mijarek hesas e, jibo berpirsyariya wijdanî bigirin ser xwe û êşa malbatan hinek be jî kêm bibe bila piştgiriyê bidin dosyaya lêpirsînê.” DÎMEN HEYE   * Yên ku herî zêde ji krîza aborî û zema ku roj bi roj tê kirin bandor dibin jin in. Jinên li Wanê dixebitin, karên ku dikin cuda bin jî pirsgirêka wan a hevpar mûçeyê hindik e. DÎMEN HEYE   *Sereka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul pirsên KPSS’ê yên hatine dizîn û serokê OSYM’ê yê ji peywirê hatiye girtin nirxand û got ezmûnên 4 sal in tên kirin biguman in û got: “Em wek Egîtîm Sen pêşa vê bernadin. Rayagiştî jî divê pêşa vê bernede.”DÎMEN HEYE