Malbata Şenyaşar: Em di doza xwe de mafdar in 2022-08-07 12:52:44     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 517'emîn a Nobeda Edaletê de gotin:"Dewlet jî hikûmet jî baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in."   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyayar) ku ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Dadgeha Rihayê daye destpêkirin, di roja 517'emîn de berdewam dike. Malbat ji ber ku dawiya hefteyê dadgeh girtî ye, nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal dîmenên ku di dema partiyên siyasî û endamên rêxistinên sivîl hatine serdana wan hatibûn girtin de belav kir û rv peyam parve kir: "4 sal e em li ber xwe didin. Dewlet jî hikûmet jî baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in. Daxwazên me yên mirovî û hiqûqî zêdetir taloq nekin."