Mîtînga 'Çareserî em in': Girtiyên nexweş rûmeta me ne 2022-08-06 18:38:59     AMED -  Ligel hewaya germ li Amedê mîtînga HDP’ê bi sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Di mîtîngê de Girtiyên nexweş nehatin ji bîrkirin û gotin "Girtiyên nexweş rûmeta me ye"    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, na ji dagirkeriyê re” li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga herêmê li dar dixe. Qada mîtîngê bi alên HDP’ê hatin xemilandin. Her wiha pankarta “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû û pankartên “Na ji faşîzm û rejîma yekzilamî re”, “Dê faşîzm winda bike, azadî bi ser keve”, “Ji qedexeyên zimanê dayikê û qirkirina çandî re na”, “Komkujiya jinên êzidiyan, komkujiya mirovahiyê ye”, “Bi rakirina parêzbendiya jinan re vîna jinan nayê xespkirin”, “Ji xizaniya jinê re na”, “Na ji aboriya nelirêtî, xizanî û rantê re”,  “Na ji bişaftina ciwanan re”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji siyaseta qayûman re na”, “Ji talana xwezayê re na” û “Ji faşîzim û rejîma yekzilamî re na” hatin daliqandin.   'Girtiyên nexweş rûmeta me ye'    Ji bo mitîngê li baskên Rezan, Sûr û Yenîşehîrê noqteyên kontrolê hatibûn danîn û welatî ji van noqteyan ketin qada mitîngê. Jinên ku bi tililî û çepikan ketin qada mitîngê, pankarteke mezin a bi nivîsa “Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû vekirin û dirûşma “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin.    Bi cil û bergên kurdewarî 'Jin jiyan azadî'    Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî bi meşê ketin qada mitîngê, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Jin şer naxwazin” û “Em xwe diparêzin” berz irin. Her wiha jinan tililî avêtin û li ber stranan xelekên govendê gerandin.    Ligel germahiya hewayê govend gerandin   Beriya mitîngê pileya germahiyê ya li Amedê 42 bû. Lê tevî vê yekê jî bi hezaran kes herikîn Qada Îstasyonê. Bi hezaran welatiyên li qada mitîngê hatin ba hev, li ber stranan govend gerandin.    'Bê Serok jiyan nabe'    Ciwanên ku bi coşeke mezin ketin Qada Îstasyonê, bênavber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Gelek nûrenên saziyên sivîl tevlî mîtîngê bûn    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), GOÇ-DER, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya 78'an tevlî mîtîngê bûn.   Her wiha ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Şirnex, Wan û bajarên din ên bakurê Kurdistanê jî welatî tevlî mitîngê bû. Mitînga herêmê bi tevlibûna deh hezaran kesî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Polîsan xwestin destwerdanê li pergala deng bikin jî girseyê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser kevin” berz kir.   Di mîtîngê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî û bal kişand ser îqtîdar û tecrîdê û got: "Pirsgirêka kurd divê bê çareserkirin, pirsgirêk bi dijminatiyê nayê çareserkirin. Em li hemberî her cureyên êrişan xwe bi hêz dikin. Divê em sala 2013-2015'an ji bîr nekin. Vê demê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk hat, lê ev tişt feydeyê neda îqtîdarê û pêvajoya çareseriyê têk birîn. Hûnê li ser vê maseyê teqes rûnên, ji bilî vê alternatîfek din nîne.    Mîtîng bi axaftina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz didome.