Li Amedê mîtînga ‘Çareserî em in’ dest pê kir 2022-08-06 17:43:57     AMED - Mîtînga HDP’ê ya li Qada Îstasyona Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” dest pê kir.    Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Qada Îstasyonê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” dest pê kir.    Gelek kesên ku ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnex, Wan û gelek bajarên din ên bakurê Kurdistanê hatin piştî lêgerîna polîsan gihaştin qadê. Ligel hewaya germ hatina girseyê didome.     Li qadê pankartên wekî “Ji bo hemû girtiyên nexweş azadî”, “Ji bişaftina ciwanan re na”, “Çareserî em in”, “Ji siyaseta qayûman re na”, “Ji xizaniya jinan re na”, “Ji talana xwezayê re na”, “Jin jiyan azadî”, “Ji faşîzim û rejîma yekzilamî re na” hatin daliqandin. Di qada mîtîngê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” bilind dibe    Dê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mîtîngê de biaxifin. Her wiha hunermend Murat Demîr jî dê derkeve ser dikê û stranên xwe berz bike.   Berdewamiya wê tê…