Dayikên Şemiyê li aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn 2022-08-06 15:01:34     STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Suleyman Cîhan ê di 29’ê tîrmeha 1981’an de li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi îşkenceyê hat kuştin, pirsîn û gotin: “Yên ku ji kujeran re bûn kefil ew jî kujer e.”    Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan û darizandin û cezakirina kujeran de çalakiya heftane di hefteya 906’emîn de li ser online li dar xistin. Dayikên Şemiyê û lîstikvan Nûr Surer beşdarî çalakiyê bûn.    Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Suleyman Cîhan ê di 29’ê tîrmeha 1981’an de li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi îşkenceyê hat kuştin, pirsîn. Cîhan piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê tê girtin û polîs wî ji otobusa rêwiyan peya dikinj û binçav dikin.    Lîstikvan Nûr Surer sepêhatiya windakirina Suleyman Cîhan xwend. Nûr Surer wiha got: “41 sal şûnve em bi heman biryarê dibêjin, me Suleyman Cîhan û kujerên wî ji bîra nekiriye. Dema Suleyman tê windakirin, Mehmet Agar yek ji aktorên windakirinê ye. Mehmet Agar cîgirê şaxa siyasî ya emniyete ye. Ew ewilî ji windakirina Hayrettîn Eren ê di sala 1980’an de pêk hat tê nasîn. Di serdema midûriyeta wî ya emniyetê û Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Navxweyî de di salên 80’î û salên 90’î de bi sedan kes hatin windakirin. Bi serkêşiya Mehmet Agar di wan salan de rêxistina sûckirinê ava kirin. Mehmet Agar şirîkê wan sûcan e. Mehmet Agar di kuştina Suleyman Cîhan de xwedî rol e. Hemû hewldanên ji bo dîtina Suleyman Cîhan bêencam man. Gotin ‘wî întîhar kiriye’ bi vî awayî xwestin ser qetilkirin binixûmînin. Îmzeya Mehmet  Agar jî di bin biryara kuştina Suleyman Cîhan de heye. Yên ku ji kujeran re bûn kefil û şirîkatiya wan kirn, ew jî kujer e. Em di salvegera 41’emîn de dibêjin bila kujerên Suleyman Cîhan bên darizandin, cezakirin û em dibêjin heta ku edalet bicih were dê ev doz ji bo me neyê girtin.”    Piştre Dayika Şemiyê Hanim Tosûn axivî û destnîşan kir ku wan çawa windakiriyên xwe ji bîra nekirine kujeran jî ji bîra nekirine û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan rû û destên qirêj ên kujeran derxistine holê û dê her hesab ji kujeran bixwazin.