Li Wanê ligel astengiyan 'Nobeta Edaletê' pêk hat 2022-08-04 14:23:42   WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Wanê îro li ber Edliya Wanê pêk hat û malbatên ku tevlî çalakiyê bûn ligel astengiya polîsan daxwazên xwe anîn ziman.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin û girtiyên nexweş, li Wanê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Çalakiya malbatên girtiyan îro li ber Edliya Wanê pêk hat. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr tevlî çalakiyê bûn.    Her wiha beriya çalakiyê Edliyê Wanê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Nêhiştin malbat nêzî edliyê bibin. Malbatên girtiyan ligel astengiya polîsan dîsa daxwazên xwe anîn ziman û banga serbestberdana girtiyan kirin. Piştî daxwazên xwe anîn ziman dawî li çalakiya xwe anîn.