'Nobeta Edaletê' ya li Amedê 262 roj in didome 2022-08-04 13:21:54   AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan, li Amedê di roja 262'yan de li pêşiya Edliya Amedê pêk hat. Malbatên girtiyan carek din banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin û gotin: "Zarokên me bi birçîhiştin û sirgûnan serî natewînin. Em jî bi vî ruhî ser pêya ne.”    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 262'yan de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê bi Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş jî piştgirî dan malbatan.    Di çalakiyê de ji ewilî xwîşka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî û anî ziman ku ev nezî saleke bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin nobeta edaletê digirin. Reşahat, bi domdarî wiha got: “Li gel vê yekê jî rayedaran tu gav neavêtin. Girtiyan sewqî bajarên dûr dikin. Heke zarokên me bibin derveyî welêt jî em ê li pey wan biçin. Zarokên me kesek nekuştiye û destdirêjî li kesekî nekirine. Çi dikin bila bikin dê nekarin bigihijin miraza xwe. Zarokên me bi birçîhiştin û sirgûnan serî natewînin. Em jî bi vî ruhî ser pêya ne.”    Hasan Ozguneş axivî û diyar kir ku Tirkiye ji her alî ve di krîzeke mezin de ye û wiha pê de çû: “Kenan Evren rejima 12’yê Îlonê dewrî zarokên xwe kir. Evren bi kiryarên xwe faşîzma xwe nîşan da. Kapasîteya girtîgehan 70 hezar e lê niha 360 hezar girtî niha hene. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan belavî hemû girtîgehan bû. Mînaka tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li cîhanê nîne. Edî îşkenceyên li girtîgehan yên di dema rejîma Esat Oktay de derbas kirine. Êdî girtîgeh bûne qada rewakirina îdamê. Aysel Tugluk li gel ku nexweşa giran e jî nayê berdan. Çevîk Bîr jî bi heman nexweşiyê ketibû û hate berdan lê Aysel Tugluk nehat berdan. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hişmendiya faşîzmê Tirkiye veguherand dojehê. Em ê heta dawiyê li dijî van sepanên derhiqûqî têbikoşin.”   Piştevaniya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleye piştgirî dan malbatan. Li ser navê xwendekaran Abdullah Kazaylek axivî û anî ziman ku girtîgeh veguherîne cihên mirinê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilata AKP-MHP’ê li hêlekê kujer û tecawizkaran ber dide, li hêla din jî nivîskar, rojnameger û siyasetmedaran digire. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”