'Ji bo pêkanîna edaletê têkoşîna me 514 roj in berdewam dike' 2022-08-04 13:11:52   RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 514 roj in li ber Edliya Rihayê didome. Malbata Şenyaşar di çalakiya îro de ev peyam da: “Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdestan û ji bo ku serweriya hiqûqê bê avakirin, berdewam dike.”   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li pêşiya Edliya Rihayê daye destpêkirin di roja 514’emîn de berdewam dike. Malbat serê sibê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat pêşiya Dadgeha Rihayê û dest bi nobeda îro kir.    Malbatê ser hesaba xwe yê medya dîjîtal Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Ji bo ku li dijî hiqûqa serdestan, serweriya hiqûqê bê avakirin têkoşîna me ya edaletê li ber deriyê edliyeyê di roja 514’emîn de berdewam dike."