Lîjneya Tenduristiyê tahliyekirina girtiya nexweş asteng kir 2022-08-04 09:07:39   Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Alî Çîmen derbarê girtiya nexweşa giran Semîre Dîrekçî de axivî û da zanîn ku îdara girtîgehê piştî nivîseke ji Dadgeha Destura Bingehîn hatiye şûnde prosedura navberdayîna înfazê ya ji ber sedemên tenduristî daye destpêkirin lê Lijneya Tenduristiyê biryara neyînî daye.   Li gorî daneyên ÎHD’ê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û bi taybet di pêvajoya dawî de întîxar û mirinên biguman zêde bûne. Hema hema her hefte agahiya mirina girtiyekê tê û her wiha bi raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweş tên dayîn û tê gotin dikarin girtî bimînin, jî girtî terkî mirinê tên kirin. Yek yek ji girtiyên di lîsteya nexweşên giran de ye Semîre Dîrekçi ye…   Semîre 25 sale girtiye û hemû nexweşiyên wê di asta rîskê de ye û ev nexweşî hemû li girtîgehê derketine holê. Semîre 25 salan de 8 caran emeliyet bûye û di du salên dawî de jî 3 caran roviyên wê xitimîne û lihev geriyane. Demek dirêj roviyên wê ji derve, jiyana xwe domandiye û her wiha nexweşiya wê ya tansiyon, mîgren, dil û kurdeşenê heye. Di malzaroka wê de kîst heye û teşhîsa fitqa stû hatiye kirin. Doktoran diyar kiriye ku divê 28 rojan carê derziyek li milê wê bê xistin lê dermankirina wê kêm hatiye kirin û ji sedî 95 çavê wê yê rastî tarî bûye.   Parêzer Alî Çîmen der barê rewşa Semîreyê de axivî.   Çavê xwe winda dike   Alî da zanîn ku Semîre 25 sale girtiye û got: “Du salan roviyên wê ji derve jiya. Hewl dide di şertên girtîgehê de bijî. Bi saya hevalên xwe jiyana xwe dimeşîne. Ev salek roviyên wê girtine hundir lê rewşa wê nebaş nikare tenê jiyana xwe bidomîne. Ligel vê nexweşiyê çavên xwe jî winda dike.”   ‘Hewcedariyên wê naynin cih’   Alî got îdara girtîgehê di 2021’ê de piştî nivîseke ji Dadgeha Destura Bingehîn hatiye prosedura navberdayîna înfazê daye destpêkirin lê lijneya tenduristiyê biryara neyînî da û wiha pê de çû: “Îtîraza ji bo biryarên wisa jî ne mijara gotinê ye. Piştî pandemiyê li girtîgehan binpêkirina mafan derkestiya asta jor. Bi pandemiyê re hemû mafên girtiyan ji dest hat girtin. Di şexsê Semîreyê em binirxînin, di rewşa nexweşiyekê de ne pêkane gazî ambulansê bê kirin. Hewcedarî bi sînor pêk pêk anîn.”   ‘Xetera jiyanê didome’   Alî dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Semîre niha bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîn û wiha dawî lê anî: “Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê xetereya jiyana wê didome. Dermankirina wê di şertên girtîgehê de nayê kirin. Me der barê doza  Semîreyê de ji bo binpêkirina mafan de serî Dadgeha Destura Bingehîn da lê bi hinceta ku der barê bûyerên beriya 2010’an de biryara qelsbûnê hat dayîn.”