Rengê jiyanê yê li gund ê xweşik 2022-08-04 09:02:10   Yara Kendeş   KOBANÊ - Jinên li gundê Kobanê kedeke mezin di warê xebatê de didin, dan zanîn ku ew ji ber keda didin gelekî kêfxweş in û di heman demê de bang li ciwanan jî kirin ku li çanda xwe xwedî derkevin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên ku bi keda xwe dijîn û dixwazin jiyaneke bi sûd peyda bikin rojane li dijî her cure astengî û zehmetiyê têkoşînê dikin. Her wiha jinên afrîner ên ku di gundan de jiyaneke xwezayî li ber germa havînê her wiha di zivistana çetîn de dijîn wateyeke cuda didin jiyanê. Jinên li Gundê Qûşliyê yê Kantona Kobanê jî tevî zehmetiyên jiyanê li berxwe didin ku wateyeke cuda li jiyanê bar bikin û bi keda xwe li ser piyan bisekinin.    'Min di werza zivistanê de amedekariya xwe bi temamî dikir'   Hedle Qadir a 70 salî û ji Gundê Qûşliyê yê Kantona Kobanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana xwe ya di nava gund de her wiha çawa pez xwedî dikirin, sûd ji wan digirt û wiha got:"Ez 70 salî me, min jiyana xwe her tim di nava kar û barên bîstan û neçîrê de derbas kiriye. Jiyana min gelekî bi ked û kar bû, ez tucarî ranewestiyam û min cara gazinc nekiriye ku ez nikarim barê xwe rakim. Ez di biçûkiya xwe de, fêrî karê gund û çolê bûme, ji bo ku ez di pêşeroja xwe de pêwîstiyê bi alîkariya kesî nebînim. Min her tim ji xwe re digot keçê bila tu bi her rengî bizanibî, jiyanê bidî meşandin. Ji ber vê jî min xwe pir diêşand, laşê xwe diwestand. Ez sibehê zû şiyar dibûm û min berê xwe dida keriyê pez, ji bo ku wan bibim nav gîhayê û wan biçêrînim. Min di werza zivistanê de amedekariya xwe bi temamî dikir ji bo ku malbata min nekeve heyrandinê."   'Ez bi vê keda xwe gelekî kêfxweş im'   Hedleyê di nava axaftina xwe de bi lêv kir ku wê di xewn û xeyalên xwe de her tim hêvîyeke jiyanê ava kiribû ku ew zarokên xwe fêrî vê kedê bike û wiha pê de çû:"Min di biçûkaniya xwe de hêvî dikir ku dema ez bibim dayik zarokên xwe li ser bingeha kedê xwedî bikim û jiyana xwezayî bi wan bidim afirandin. Ji ber vê jî min xwe westand. Ez sibehê zû radibûm, min pezê xwe didot, min ew şîr dixist hundirê qûmaşekî pemî û min çend saetan bi dar ve dadiliqand. Ji bo ez bikim mast. Her wiha min difirot jinên gund û bajêr. Ez bi vê keda xwe gelekî kêfxweş im. Yanî mirov her ku kedekê dide, jiyana xwe dide avakirin. Jiyan bi wate dibe. Bi rastî dema em bala xwe bidên, jinên berê û yên niha ne wek hev in. Ji ber derfetên jiyanê yên berê kêm bûn jinan xwe gelekî diwestandin. Hêvîya min di dawiya emrê min de ew e ku ev ciwan li çanda xwe vegerin. Ez ji her ciwanekî re dibêjim li çanda xwe vegerin û keda me winda nekin."   'Karekî pir bi feyde û wate ye'   Sîlva Mehmod a li Gundê Qûşliyê yê Kobanê mezin bûye bal kişand ser karê ku ew ji serê sibehê dike û wiha got: "Ez çavên xwe sibehê zû vedikim û ji bo nêçirvaniyê berê xwe didim çolê. Moralê min pir baş dibe, dema ku ez diçim neçîrê. Her wiha kêfa min ji wê kedê re pir tê. Ez 13 salî bûm, min li ber destên dayika xwe, xwe fêrî dotina şîr, çêkirina mast û penîr kiriye. Her wiha ez dema biçûk bûm, min xwe dixist binê çêlekê û min şîrê wê dixist beroşeke mezin û paşê min havên dikir. Ez pir ji vî karî hez dikim. Bi rastî karekî pir bi feyde û wate ye. Li gund hevalên min pir in lê kes weke min karê gund nake. Çend heb hevalên min hene, ji min re dibêjin em ji xwendinê hez dikin, naxwazin xwe fêrî karê gundan bikin. Belê rast e divê mirov bixwîne jî lê belê jiyana gundan jî nas bike. Pêwîst e em her karî bikin û xwe li ser her tiştî perwerde bikin."   'Bila tu jin bi çavekî biçûk li xwe nenêrin û bila serê xwe hildin, bimeşin'   Sîlvayê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ez niha dîsa xwe fêrî pir karan dikim ên wekî çêkirina rîs, dirûnê. Xwesteka min ew e ku bila tu jin bi çavekî biçûk li xwe nenêrin û bila serê xwe hildin, bimeşin."