Qurbaniyên 3'yê Tebaxê li Amedê hatin bîranîn 2022-08-03 17:06:43     AMED - Bi minasebeta fermana 3'yê Tebaxa 2022'yan Rêxistan HDP'ê ya Amedê daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de parlamenter Feleknas Uca axivî û got: "Êzidî li hemberî 74 fermanan serî netewan û dê netewîne jî. Kesek nikare li pişt deriyan derbarê êzidiyan de biryaran bide. Êzidî dê xwedî li dîrok, ziman, çand û pêşeroja xwe derkevin."   Bi minasebeta fermana 3'yê Tebaxa 2022'yan Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê daxuyaniyek li Parka Hazar a Yenîşehîr a Amedê da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, parlamenterên HDP'ê, hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulîstan Atasoy, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajêr û nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Jin bi lacikên spî tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Komkujiya jinên êzidî, komkujiya mirovahiyê ye. Em ji bîr nakin” hat vekirin.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê Yasemîn Uçer axivî û bal kişand ser fermanê û got: "Êriş li hemberî mirovahiyê pêk hat. 6 hezar û 417 kes hatin rewandin. Di nav de 3 hezar û 518 jin hebû. Em fermanê tu carî ji bîrnakin. Em ê hesabê fermanê bipirsin."    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca jî axivî û da zanîn ku 3'yê Tebaxa 2014'an di dîrokê de cih girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êzidî li Şengalê tenê hatin hiştin. Kesên ku dibêjin em Şengalê diparêzin me di 3'yê tebaxê de dît ku çawa parastina êzidiyan dikin. 8 sal derbas bûn. Sedhezar kesî ji neçariyê ji Şengalê koçber bûn. Jin li bazarên Musulê hatin firatin. Jinên ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûn rewşa xwe anîn ziman û gotin 'bi dehan car hatine firotin'. Di şexsê jinên êzidî de jinên kurd, jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê ji qirkirinê re derbas bû. Niha jî aqûbeta 2 hezar 700 jinên êzidî nayê zanîn. Ferman li ber çavên cîhanê pêk hat."   Feleknas, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Şengalê berxwedaneke mezin hat dayîn. Li Şengalê jiyaneke nû hat avakirin. Divê em xwedî li berxwedana êzidiyan derkevin. Êzidî li hemberî 74 fermanan serî netewan û dê netewîne jî. Civaka ku li ber xwe dide dê bi xwe biryarên xwe bide. Kesek nikare li pişt deriyan derbarê êzidiyan de biryaran bide. Êzidî dê xwedî li dîrok, ziman, çand û pêşeroja xwe derkeve."    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.