Qurbaniyên Şengalê li Êlihê hatin bîranîn 2022-08-03 15:15:24     ÊLIH - Têkildarî salvegera 8'emîn fermana 3'yê Tebaxa 2014'an li Êlihê daxuyaniyek hat dayîn û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku êzidî li dijî êrişan parastina xwe ava kir: "Kes nikare li pêşiya vê bibe asteng. Yên ku cilên reş li jinan kirin û li bazarên koletiyê dan firotin, îro jin li dijî wan jiyana azad ava dikin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê têkildarî salvegera 8’emîn a Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an pêk hat li ber avahiya xwe daxuyanî da. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya êzidî Feleknas Ûca, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.    Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi bîranîna qurbaniyên qetlîamê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku êzidî bi rêxistinbûnê bersiva êrişên hovane didin.    Ayşe anî ziman ku hêzên ku li dijî qetlîamê bêdeng man niha jî bi AKP’ê re bi hevkarî êrişên xwe li ser Şengalê didomînin û wiha got: “Dixwazin îro jî li ser axa  civaka êzidî ji ser axa wan koçber bikin û ji baweriya wan dûr bikin. Yên ku îrade, helwest û baweriya wan qebûl nakin, êrişên xwe bi zêdeyî didomînin. Seranserî dîrokê êzidî bi fermanan re rûbirû man. Yên ku qetlîamê pêk anîn nehatin darizandin. Berteka li qada navnetewî hat nîşandan kêm ma."   Ayşe, da zanîn ku êzidî li dijî êrişên bênavber parastina xwe ava kir: "Kes nikare li pêşiya vê bibe asteng. Yên ku cilên reş li jinan kirin û li bazarên koletiyê dan firotin, îro jin li dijî wan jiyana azad ava dikin. Xwe bi rêxistin kirin û azad bûn. Wisa bersiva êrişan dan. Em bi hezaran silav ji civaka êzidî ku îradeya xwe teslîm nekir re dişînin.”