HDP, DBP û OHD'ê têkildarî komkujiya Şengalê daxuyanî dan 2022-08-03 12:34:51   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, DBP, OHD'ê bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî dan.   Bi ser qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a DAIŞ’ê ku li Şengalê li dijî êzidiyan pêk anîbû 8 sal derbas bûn. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî dan.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne û çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê zêdetirî 5 hezar êzidî qetil kirin, bi hezaran jê dîl girtin, bi hezaran zarok û jin revandin û bi sedhezaran jî koçber kirine.    Daxuyaniya MYK’a HDP’ê wiha ye: “Dîroka êzidiyan bi êşên komkujî û fermanan hatiye nivîsandin. Komkujiya dawî ya çeteyên DAIŞ’ê jî di dîrokê de weke Fermana 74’an cih girt. Kurdên êzidî di tevahiya dîroka xwe de rastî zext, zilm û qirkirinê hatin. Ev qirkirin û komkujiya dawî jî di 15’ê hezîrana sala 2016’an de ji hêla Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve weke ‘qirkirin’ hate qebûlkirin. Saziyên navneteweyî di raporên xwe de ev komkujî xist beşa ‘sûcê li dijî mirovahiyê.’    Tevî hemû komkujiyan jî, civaka êzidî biisrar bawerî, çand û hebûna xwe parastin. Ev civaka qedîm a vê erdnîgariyê, niha jî rastî êrişên hinek derdoran tên û vîn û rêxistiniya wan a cewherî nayê naskirin. Em van êrişên domdar ên bi zîhniyeta DAIŞ’ê tên kirin şermezar dikin û dibêjin ku bi têkoşîna hebûnê ya civaka êzidî re ne. Divê Tirkiye komkujiya li êzidiyan hatiye kirin weke qirkirin qebûl bike û dev ji polîtîkaya xwe ya gef û êrişan a li dijî Şengalê berde. Divê şert û mercên baş bên afirandin ku êzidiyên ji ber komkujiyê hatine Tirkiyeyê di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. Ji bo rizgarkirina zarok û jinên niha jî di destê DAIŞ’ê de, hewceye di asta navneteweyî de xebat bên kirin. Em di salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê de dîsa dibêjin ku bi civaka êzidî re ne û hemû qurbaniyên komkujiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”     Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî Komkujiya Şengalê weke komkujiya herî hovane ya sedsala 21’emîn pênase kir û ev tişt parve kirin: “Di heman de qirkirina jinan e. Jinên êzidî li dijî tarîtiya barbarên DAIŞ’ê, keziyên xwe bi kêlên gorên xwe ve girê dan û tev li têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bûn û xweparastina xwe ava kirin. Hêzên ku parastina cewherî ranegirtîn, civaka êzidî bi xetereya komkujiyan re rû bi rû hişt û xwestin ji vê xaka qedîm derxînin.    Êrişên li dijî Şengalê berdewam in. Di serî de Tirkiye, bi hevkariya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê hewldan hene ku Şengal û derdora wê were valakirin û dawî li destkeftiyên êzidiyan bînin. PDK li dijî van êrişên ji bo bêstatûkirina Şengalê tên kirin xwe li bêdengiyê dide û dibe şirîkê êrişan. Divê civaka navneteweyî berpirsyariya xwe ya li hemberî êrişên ser êzidiyan pêk bîne. Weke DBP’ê em Fermana 74’an lanet dikin, dibêjin ku bi gelê xwe yê êzidî re ne ku di tevahiya dîrokê de rastî komkujiyan hatiye û qurbaniyên komkujiyê jî bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Li dijî sepanên dermirovî, qirkirin û komkujiyan, banga me li hemû mirovahiyê ew e ku qirkirina êzidiyan nas bikin.”     Têkildarî mijarê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ev daxuyanî da: “Di nava herka dîrokê de civaka êzidî 73 caran rastî qirkirinê hatin. Ev komkujî dikeve çarçoveya ‘Peymana Pêşîlêgirtina Qirkirinê û Cezakirinê’ û ‘Statûya Romayê.’ Ev komkujî di raporên saziyên navneteweyî de weke ‘qirkirin’ hat qebûlkirin û girtin nav beşa ‘sûcên li dijî mirovahiyê.’ Ev geşedan girîng in lê belê di serî de hikûmeta Tirkiyeyê, gelek welatên cîhanê û mekanîzmayên navneteweyî têkildarî qirkirina li dijî êzidiyan hatiye kirin pêvajoyên hiqûqê nedayîne destpêkirin. Bi ser qirkirinê re 8 sal derbas bûn lê hêjta birînên civaka êzidî nehatine kewandin û têkoşîneke navneteweyî ya bibandor nehatiye destpêkirin.    Divê êrişa DAIŞ’ê ku motîvasyon û referansa xwe ya komkujiyê ji dijminatiya jinê digire ya li dijî êzidiyan, di qada navneteweyî de weke ‘qirkirin’ were naskirin û 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyan a li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirinê ya Navneteweyî’ were ragihandin.”