Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 261'emîn de berdewam kir 2022-08-03 11:57:45   AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin di roja 261'emîn de berdewam kir.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin li ber ATK'ê di roja 261'emîn de berdewam kir. Ji bo ku piştgiriyê bidin malbatan, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re  (TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Wenda Kirine (MEBYA-DER), rêvebiriya HDP'ê ya Rêzanê, rêvebiriya DBP'ê ya Amedê û Rêzanê jî di çalakiyê de cih girtin.   Banga malbatan   Di daxuyaniyê de ji xizmên girtiyan Încî Guler axivî. Încî, bal kişand ser berdana Serokê duyemîn ê Genelkurmayê yê serdemê Çevik Bir ku ji ber teşhîsa demansê hat berdan û wiha got: “Ew terorîst bû. Zarokên me re dibêjin 'terorîst' û wan di girtîgehan de digirin. Li gel nexweşiyên wan jî di raporan de dibêjin 'dikarin di girtîgehê de bibînin.' Lê Çevîk ji ber nexweş bû berdan. Çawa wî berdidin bila zarokên me jî berdin. Ji zarokên me re dibêjin terorîst. Lê yên terorîst ew in. Em daxwaza berdana girtiyên xwe dikin. Ji bo hemû girtiyan em wekheviyê dixwazin. Ligel zarokên me ew qas nexweş in tedawî nakin. Ji bo girtiyan em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Em li ser şopa zarokên xwe ne. Em mirina zarokên xwe naxwazin. Bila destên xwe bidin ser wîjdanê xwe û zarokên me berdin. Ev zilm tu carî nayê qebûlkirin. Girtiyên me bila bên berdan ku em li derve wan tedawî bikin. Lê em dinêrin ku di nava dewletê de jî dibendî heye. Berxwedana me dê heta dawiyê bidome."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.