Li Efrînê tevî jinekê 4 kes hatin revandin 2022-08-03 11:54:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê tevî jinekê 4 kes revandin.   Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê, MÎT’a Tirk li navenda navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî 4 welatî revandin ku yek ji wan jin e.   Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Nûrî Mihemed Elî Îso (24), Îmad Mihemed Hemo (33), Mehmûd Seîd Casim El-Mihemed (34) û Îlham Mihemed Hesen (47).   Heman çavkaniyê da zanîn ku MÎT’a Tirk bi hincetên bêbingeh şênî revandin û hîna aqûbeta wan ne diyar e.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê dabû zanîn ku MÎT’a Tirk û komên girêdayî wê tenê di Tîrmehê de ji bo tengavkirina welatiyan, tirsandina wan û koçberkirinê 43 welatî li Efrînê revandine.