Banga HDK'ê ya li NY'ê: Qirkirina Êzidiyan nas bike 2022-08-03 11:33:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî salvegera komkujiya Şengalê Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê diyar kir ku gefa qirkirinê ya li ser êzidiyan îro jî didome.   Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila bi awayekî fermî qirkirinê nas bikin.   Di daxuyaniya HDK’ê de ev tişt hate diyarkirin:   “Şer û kaosa li Rojhilata Navîn îro diyar dike ku Fermana 73’emîn hê jî didome. Piştî qetlîama di sala 2014’an de Êzidiyan xwe ji xweliya xwe afirandin û bi îradeya jiyana azad û wekhev, mekanîzmayên xwerêveberî û xweparastinê ava kirin. Ji bo ku qirkirin li ser wan neyê kirin û ji bo domandina civakîbûna xwe mekanîzmayên xwe ava kirin. Lê tê xwestin bi Peymana Şengalê ya di 9’ê Cotmeha 2020’î de ev mekanîzmayên wan ji holê were rakirin. Bi zextên DYE û Tirkiyeyê re, di navbera hikumeta Kazimî ya Iraqê û PDK’ê de peymanek hatibû çêkirin. Bi vê peymanê re tê xwestin azadî û hebûna civaka Êzidî were tunekirin û dîsa hovîtiya DAÎŞ’ê li ser wan were kirin.   Desthilatdarên nijadperest ên li herêmê û emperyalîst ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn DAÎŞ bi kar anîn. Îro jî hebûn û gefa DAÎŞ’ê didome. Ji ser DAÎŞ’ê re tê xwestin Şengal û civaka Êzidî bêyî nasname û bêyî bîr werin hiştin. Li hemberî van êrîşan berxwedana Şengal û civaka Êzidî jî didome.   Qetlîama di sala 2014’an de bi lêkolîna Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî wekî qirkirin di raporan de hatiye qeydkirin, lê piştî vê tu gaveke din nehatiye avêtin. Divê êrîşa li Şengalê ya ku di warê fîzîkî, dîrokî û çandî de gelek hilweşandin pêk hat, wekî qirkirin were naskirin, gefên li herêmê li ber çavan were girtin û divê hemû tevdîr werin stendin.   Em Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê diyar dikin ku divê Qetlîama Êzidiyan ji aliyê hemû welatên li herêmê û dinyayê û ji aliyê rêxistinên navneteweyî wekî qirkirin were naskirin. Bi wesîleya salvegera qirkirinê em sersaxiyê ji civaka Êzidî re dixwazin û kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî bi bîr tînin.”