'Bi awayekî derûnî zext li Aysel Tugluk hat kirin' 2022-08-03 09:14:05   Oznur Deger   ENQERE - Seroka EMEP'ê ya Enqereyê Şukran Dogan diyar kir ku Çevik Bir hatiye tehliyekirin lê belê Aysel Tugluk hîn di girtîgehê de ye û wiha got:"Dewlet kesên ji bo wê dixebite, her çiqas 'sûcdar' îlan bike jî bi temamî navêje koşeyekê, tim deynê xwe yê wefayê dide."Ji parêzerên Doza Kobanê Nuray Ozdogan jî bi lêv kir ku bi zorê, bi îşkenceyê parastin li Aysel Tugluk tê ferzkirin û got:"Em bûn şahidê polîtîkayên şer û ewlehiyê yên dewletê ya di darazê de. "   Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a di 1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kandirayê de tê girtin bi nexweşiya demansê ye. Di 1'ê Tebaxê de di darizandina Doza 28'ê Sibatê de li Serokê duyemîn ê Genelkurmayê yê serdemê Çevik Bir cezayê muebetê hatibû birîn. Lê belê ji ber teşhîsa demansê ya Çevik Bir ATK'ê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da û hat tehliyekirin. Di heman rojê de jî di Doza Kobanê de parastina bi zorê li Ayselê hat ferzkirin.    Ji parêzerên Doza Kobanê û endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Nuray Ozdogan û Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Enqereyê Şukran Dogan têkildarî mijarê nirxandin kirin.    'Bi awayekî derûnî zext li Aysel Tugluk hat kirin'   Nuray Ozdogan da zanîn ku Aysel Tugluk bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî doza Kobanê bûye û parastina bi zorê hatiye ferzkirin her wiha ev jî nîşan dide ku helwesta li dijî siyasetmedarên tên darizandin çiqasî sert e. Dadgehê li ber çavên me rêbaza lêpirsînê ya qedexe ya li dijî CMK 148'ê pêk anî. Ev li dijî vê derketin lê belê dadgehê bi eşkere xwest vê yekê biceribîne. Diyar bû Ayselê çiqasî ne rehet e. Lê dadgehê bi awayekî bi hîle xwest pirsan bipirse. Dadgeh dizane Ayselê bi nexweşiya demansê ye. Wiha dike ku beyena Ayselê bi kar bîne. Bi awayekî derûnî zext li Ayselê hat kirin."   'Dadgeh hiqûqa ceza ya dijminatiyê pêk tîne'   Nûrayê bi lêv kir ku ev tabloyeke bi xof e û got:" Em bûn şahidê polîtîkayên şer û ewlehiyê yên dewletê ya di darazê de. Li ber çavên me îşkence li Ayselê hat kirin. Tu hesastiyeta dadgehê ya li hember mafê jiyanê tune ye. Ji keseke ku pirsgirêka wê ya tendirustiyê ya cidi heye heta navnîşana twittirê hat pirsîn. Dadgeh hiqûqa ceza ya dijminatiyê pêk tîne."   'Rêbaza îşkenceyê'   Şukran Dogan jî da zanîn ji ber Ayselê bi nexweşiya demansê ye divê di girtîgehê de neyê girtin û wiha pê de çû:"Gultan Kişanak di dadgehê de got parêzerên Ayselê nayên bîra wê. Her wiha kursiya wê li ser rûnê jî nayê bîra wê. Ayselê ne xwediyê wê îradeyê ye ku bersivê bide sûcdariyên li hemberî wê. Ev rêbaza îşkenceyê ye. Hiqûqek hebûna îktidarê didomîne heye. Çevik Bir ji ber nexweşiya demansê hat tehliyekirin. Dewlet kesên ji bo wê dixebite, her çiqas 'sûcdar' îlan bike jî bi temamî navêje koşeyekê, tim deynê xwe yê wefayê dide."   'Pêdivî heye em têkoşîna xwe mezin bikin'   Şukranê bal kişand ser kampanyaya ji bo Ayselê û got:"Kampanyaya 1000 îmze ya ji bo Aysel Tugluk em gihaştin gelek der û doran me kir rojev. Ji bo bê tehliyekirin ev hewldan didomin. Îktidareke ceberut heye. Pêdivî heye em têkoşîna xwe mezin bikin."