'Ji bo girtiyên nexweş çalakî şert e' 2022-07-31 09:03:15     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku dijhiqûqiya li girtîgehan parçeyekî polîtîkaya çewisandinê ye û têkoşîna ji bo girtîgehan bi sînor maye, divê hîn bêtir berfireh bibe.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyan li her derê didome. Li Îzmîrê jî di  12’ê Sibatê de hat destpêkirin û tevlibûn her çû mezin bû. Di çalakiyan de banga hestiyariyê hatin kirin. Jinan diyar kirin ku dijhiqûqiya li girtîgehan parçeyekî polîtîkaya çewisandinê ye û banga xwedîderketina li çalakiyan kirin.   Aktîvîsta mafê mirovan Gunselî Kaya destnîşan kir ku girtîgeh di alî mafê mirovan de eynika welat û civakê ye û wiha daxuyand: “Li girtîgehan ji Nîsana 2022’yan heta niha 315 hezar û 239 kes girtî ne û hezar û 605 girtiyên nexweş hene. 605 girtiyên ku rewşa wan giran in hene. Ji ber sedema newekheviya di qanûna înfazê de cezayên girtiyan dirêj dikin. Raporên ji ATK an jî nexweşxaneyan hatine girtin hejmara wan nayê zanîn. Mafê mirovan tê binpêkirin. Li girtîgeha Kiriklarê girtiyê 73 salî Abdullah Ozen ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da û agahî jî nedan malbatê.”   Gunselî anî ziman ku divê şert û mercên jiyana girtiyan bên avakirin û wiha dawî lê anî: “Nirxên mirovahiyê hene. Wateya girtîbûnê bêparhiştina kes a ji azadiyê ye. Ne ku ji mafê wan bêpar bihêle ye. Divê ev pêkanîn bi dawî be. Divê bê zanîn ku yên van talîmatan didin jî wê rojekê ev maf ji wan re pêwist e.”   ‘Wekî tiştek tune ye tev digerin’   Ji Platforma Ji girtiyên Nexweş û Aysel Tugluk re Azadî Fevziye Unal jî diyar kir ku bi taybet li hember girtiyên Kurd nêzîkatiyeke tolgirtinê mijara gotinê ye û wiha pê de çû: “Bi girtiyan re malbatan jî ceza dikin. Xizmên girtiyan li dijî îşkenceya li hember girtiyan tenê dikarin çalakiyê bikin. Lê tevî hemû çalakî, bang û daxuyaniyan hikûmet helwesta dijminwarî didomîne. Wekî ku tiştekî wisa tune ye tev digerin. Ger hinek wijdanê wan hebe wê li dijî çalakiya dayikan bi hestiyarî tev bigerin. Ji ber çapemenî jî alîgirê agahiyek beşeke mezin a civakê ji vê tune ye. Divê em li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin. Ji ber îdiayên vala dibe ku em jî rojekê bên girtin.   ‘Divê em li kolanê bin’   Ji Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îzmîrê Badegul Guler jî bi lêv kir ku zextên li ser Aysel Tugluk û girtiyên din bi armanca çavtirsandinê tên kirin û ev tişt diyar kir: “Nexweşa Demansê Aysel Tugluk çima nayê tehliyekirin. Ev rewş hem di alî mafê mirovan a gerdunî hem jî di alî hiqûqê de nikare bê qebûlkirin. Divê em jin ji bo girtiyan, ji bo kuştinên jinan û Peymana Stenbolê li kolanan bin.”   ‘Divê têkoşîn hevpar be’   Ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst Gamze Toprak jî der barê mijarê de axivî û daxuyand ku divê têkoşînên edaletê hevpar bin û wiha dawî lê anî: “Ji bo girtiyan daxwazkirina azadiyê û ji bo komkujiyan daxwazkirina edaletê heman tişt e. Ziyaretkirina xizmên girtiyan jî tê vê wateyê. Îro li girtîgehan zilma tê jiyîn, wê sibehê li ser her kesî bê meşandin. Çalakî bi xizmên girtiyan sînor dimîne. Divê her kes li dijî vê rewşê bibe xwedî helwest.”