Li gundê Setkarê amadekariya zivistanê bi keda jinan tê kirin 2022-07-31 09:02:56   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê bi fêkî û zebzeyê ku hişk dikin amadekariyên xwe ya zivistanê dikin.   Amedekariyên zivistanê ku her sal wek kevneşopiyekê li herêmê tên kirin, li gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê jî bi ked û destên jinan berdewam dikin. Di demsala havînê de fêkî û zebzeyê ku bi kedekê mezin tên giîhandin, ber bi dawîbûna demsalê ve ji bo zivistanê tên amadekirin. Gundê Setkarê ku bi berzbûna çiyayên xwe û bi xweşîkbûna xwezaya xwe meriv mest dike ji aliyê çandiniyê ve jî xwedî axekê bi bereket e. Li gund herî zêde darên fêkî hene û niştecihên gund her cureyê fêkî ku kom ji bo zivistanê jê sûdê bigirin hişk dikin.   Halîme Temel(67) ku ji bo zivistanê sêvan hişk dike hem ji bo malbata wê sûdê jê bigire amade dike û ji bo debarê difiroşe jî. Halîme, wiha behsa pêvajoya karê xwe kir: “Em di demsala havînê de sêvan ji daran kom dikin. Komkirina sêvan gelek zehmet e. Em ji bo ku biçin nav baxçeyê xwe gelek rê diçin. Piştî ku em sêvên xwe kom dikin û dibin malê, em  bi saetan wan hûr dikin. Gava em sêvan hûr dikin, di dest û lepên me de gelek birîn çêdibin û diperitin. Di dawiyê de em wan sêvên ku qet dikin li ser banê ku tav lê didie radixin û li benda hişkbûyina wan dimînin.”   ‘Zehmetiya wê zêde ye’   Halîme, daxuyand ku ew ne tenê sêvan hişk dikin û got: “Em di heman demê de girsik (Hirmiyên biçûk-şikoke) jî di nav de gelek mêwe û zebze jî hişk dikin. Her wiha di wextê gûzan de jî em ê guzan amade bikin. Zehmetiya wê gelek zêde ye. Ji bo kom kirin, sipîkirin  û zuhakirina guzan kedeke mezin divê. Lê bele em ji wan sûdê jî digirin. Hem ji bo xwarina xwe ya zivistanê hiltînin, diyarî xizmên xwe dikin û ên ku zêde dimînin jî em difiroşin û pê debara xwe dikink.”   ‘Em vê çandê parve dikin’   Soylemez Temel jî anî ziman ku ew bi tonan sêvên ku hişk dikin ji bo debara xwe ya zivistanê amade dikin û got: “Em sêvên ku hişk dikin ji xeynî firotinê, ji wan gelek cureyên xurekê çêdikin. Bi taybetî em zivistanê ji wan xoşavê çêdikin. Em ê heta nêzîkbûna demsala payîzê wiha sêvan kom bikin, bitelişînin û hişk bikin. Ev di zivistanê de ji bo me rehetiyek e. Em vê çandê parve jî dikin. Piştî ku baxçeyên me hemû gihaştin em ji xeynî hişkkirina sebze û fêkî ango mêwe reçelê jî çêdikin, salçe û gelek tiştên din jî çêdikin.”