Li Şirnexê Hevserokên DBP’ê hatin tayinkirin 2022-07-30 15:47:18   ŞIRNEX – Bi minasebeta tayinkirina hevserokên DBP’ê ya Şirnexê şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku Tirkiyeya ku bingeha êrîşên xwe ji polîtîkayên xwe yên sed salî digire îro têk çûye.   Li Şirnexê bi minasebeta tayînkiririna Hevserokên Partîya Herêmên Demokratîk(DBP) ya Şirnexê şahî hate lidarxistin. Şahî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirnexê pêk hat. Hevseroka  Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê yên Şirnexê, Rêxistina HDP’ê yên Êlîh û Mêrdîn, MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê tevli şahiyê bûn. Di eywana ku lê şahî hate lidarxistin pankartên  “Bi civaka rêxintinbûyî  ber bi jiyana azad ve”, “ Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin”, “Tecrîda li ser Gelê Kurd xelasbûna mirovahiyê ye” û  “Dem dema azadiya jinan e” hatin daliqandin.    Di destpêkê de parlementerê Şirnexê Hasan Ozgueş axivî û destnîşan kir ku dê ev sedsal bibe wesîleya azadiya Gelê Kurd û got: “Partiya me ji gelek xalên girîng ku li ser sîyaseta demokratîk, azadiya jinê , rizgarbûna civakê û ekolojiyê hatiye avakirin. Em di pêvajoyek dijwar Re derbas dibin. Li Rojhîlata Navîn her çiqas alozîyek mezin heye me soz daye ku em ê vÊ sedsalê biKin sedsala azadiyê. Em bi vê bîr û baweriyê tevdigerin. Lê desthilatdariya AKP û MHP êrîşên xwe yên li dijî vê her ku diçe zêdetir dikin. Lê belê ew her çiqas êrîş bikin jî dê nikaribin pêşiya serkeftinê bigirin.”   ‘Têkoşîna Gelê Kurd polîtîkayên sedsalî têk bir’   Piştre Salîha Aydenîz jî axivî û di destpêka axaftina xwe de berxwedana dayikên Botanê silav kir û got: “Dayikên Botanê tu carî ji sekna xwe tavîz nedane.  Tim li dijî vê pergalê li ber xwe dane.  Hem ji bo parastina deskeftiyên Gelê Kurd hem jî ji bo hilweşandina pergala faşîzmê em di demeke dîrokî re derbas dibin. Ji bo ku kurdan têk bibin bi herawayî  êrîş dikin û xwestin Gelê Kurd li dijî vÊ faşîzmê çong dayne. Lê belê Gelê Kurd tu carî li dijî van êrîşan têkoşîna xwe neda rawestandin. Ev sed salan in ku pergala desthîlatdariyê xwe li ser polîtîkayên yekperest, zayendperestê ava kiriye îro li hemberê têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd her diçe qels dibe. Polîtîkayên sed salî ku bingeha xwe ji tunehesîbandina Gelê Kurd digirin, îro têk çû ne. Çawa sed sal berê li lozanê  Gelê Kurd parçe kirin îro jî wê polîtîtîkaya xwe dixwazin zindî bikin. Lê belê di 50 salên dawîn de têkoşîna Gelê Kurd polîtîkayên wan têk binrin. Îro Gelê Kurd di sîyaseta cîhanê de xwedî rolekê diyarker e.”    ‘Divê statûya Şengalê were nasîn’   Salîhayê bal kişand  ser komkujiya Şengalê jî û got: “Piştî ku nekaribin pêşiya têkoşîna Gelê Kurd bigirin rê dan DAÎŞ ê û di 3’ê tebaxê de ferman anîn serê kurdên êzidî. Bi vê yekê xwestin jinan bindest bikin û sîstema xwe bi rêya DAÎŞ’ê li ser gel ferz bikin. Divê statuya Şngalê bê nasîn."   Çareserî Gelê Kurd bi xwe ye’   Salîhayê destnîşan kir ku Tirkiyê bi pirsgirêk û aloziyan  hatiye dorpêçkirin û got: “Desthîlatdariya AKP-MHP’ê bingeha polîtîkayên xwe ji faşîzmê digire. Em dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ketiye nav hev û ji her aliyî ve bi pirsgirêk û aloziyê hatiye dorpêçkirin. Sedema wê jî polîtîkayên yekperest û dijminane ne. Divê baş bizanibin ku çareserî ne li welatên din e. Çareserî Gelê Kurd e.”    ‘Tirkiyê di êrîşên xwe de têk çûye’   Salîhayê, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya ku li Zaxoyê pêk hat û wiha axivî: “Êrîşa Zaxoyê mînakek sereke bû. Ji ber ku şerê îro li Rojhîlata Navîn tê meşandin di esasÊ xwe de tunekirina deskeftiyên kurdan armanc dike.  Lê ev êrîş bi hevkariya PDK'ê û malbata Barzanî pêk tên. Tirkiyê îro di êrîşa Zap, Avaşîn û Metinayê de têk çûye loma êrîşî Zaxoyê kir. Ji ber ku  îktîdar têk çûye li Şirnexê xwezayê qir dike.”   ‘Em ê tecrîdê bi dawî bikin’   Salîha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku Birêz Ocalan azad nebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Îmraliyê wek labaratuar bi kar tînin û hemû polîtîkayên xwe yên qirêj ji tecrîda girankirî digirin. Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir lê îro li hemû cihanê belav bûye. Loma xwestin parêzbendiya me bidawî bikin. Lê hûn çi bikin jî em ê ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin.”    Piştî axaftina Salîhayê ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Sagocak û Mehmet Zekî Îrmez hatin bijartin.   Bername bi şahiyê bi dawî bû.