Konferansa li ser qirkirina jinên êzidî li Bexdayê dest pê kir 2022-07-30 11:56:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi rasthatina salvegera 8’an a Fermana 73’an a li ser Şengalê li Bexda Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) dest pê kir.   Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya Derbarê Qirkirina jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşma ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi tevlîbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din dest pê kir.   Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlîbûna jinên Iraqî tê lidarxistin.   Konferans li Otela Bexda saet 09:00’an bi dirûşma ‘‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ dest pê kir.   Gelek jinên ji Iraq, Rojhilata Navîn û Cîhanê di konferansê de cih digirin.