Li Stenbolê bi ser malan de girtin: 7 kes binçav kirin 2022-07-29 13:23:07     STENBOL - Hejmara kesên di serdegirtina polîsan a serê sibehê bi ser malên endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên navçeyê girtin. Di ser degirtinê de 7 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat destpêkirin de dîsa HDP’ê kirin hedef. Di çarçoveya lêpirsînê de serê sibehê li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û rêveberên navçeyan de girtin.   Hate diyarkirin ku Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bahçelîevlerê Orhan Ozoner, Lîvan Orman, Arjîn Emektar, Ahmet Bayazît, Roj Medrîn Bor, Mehmet Salîh Dîkmen û Îsmaîl Toptamur hatin binçavkirin.   Ji bo 7 kesan 24 saetan qedexeya hevdîtina ligel parêzer hat dayîn.