Li Stenbolê 4 endamên HDP'ê hatin binçavkirin 2022-07-29 10:38:09     STENBOL - Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û 4 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê hatin binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsînê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin, serê sibehê li Stenbolê bi ser malên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê ve girtin. Di serdegirtinên malan de Livan Orman, Arjîn Emektar, Ahemt Beyazit û Roj Medrîn Bor hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.