Rêxistina HDP'ê binçavkirina kesên li Mêrsînê şermezar kir 2022-07-28 16:51:09     MÊRSÎN - Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan anî ziman ku ji bo tevlibûna endamên wan ên Meclisa Şaredariyê asteng bibe hatine binçavkirin û got: “Şaredariyê daxwaz kir, polîs ketin tevgerê û dozger jî serî tewand.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrsînê têkildarî endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên HDP’yî jî di nav de binçavkirina 21 kesÎ li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêveberên EMEP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Êriş û gef nikarin me bêzar bikin” vekirin.    Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku operasyona binçavkirinê ji hedef nîşandana Serokê Şaredariya Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak qut nîne. Hoşyar anî ziman ku ji ber endamên Meclisê yên HDP’yî di civînan de îtîrazan dikin hatine binçavkirin û ev operasyon jî nîşan dide ku îktidarê daraz ji xwe re kiriye amûr.    Herwiha Hoşyar da zanîn ku ew ê li dijî van êrişan ji berxwedana xwe ya bi rûmet tawîzê nedin û ew ê li dijî tecrîdê azadiyê û li dijî şer aştiyê biparêzin û têbikoşin.    'Şaredariyê daxwaz kir polîs ketin dewrê’    Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî destnîşan kir ku beriya civîna Meclisê dest pê bike bi du sê saetan beriya wê da ku endamên wan nekevin civînê hatine binçavkirin û got: “Şaredariya Akdenîzê daxwaz kir, polîsên Mêrsînê ketin tewgerê û dozger jî serê xwe tewand. Ev sêalîbûn wisa dizivire. Li Tirkiyeyê qesra AKP2ê ferman dide û bi MHP’ê re êrişan dixin dewrê û paşê endam û rêveberên HDP’ê digirin û dişînin hefsan. Dixwazin siyasetê ji holê rakin. Me îro mînaka eşkere ya vê zîhniyetê dît. Hevalên me deyndariya kes nizane diçe ku û rantê red dikin. Îktidar jî çareye di binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDP’ê de dibîne. Em ê ji vê yekê re musade nekin. Wê HDP’ê her li pêşiya we bibe barîkatên mezin.”