OHD hat serdana ajansa me 2022-07-28 14:04:16     STENBOL - Şaxa OHD'ê ya Stenbolê ji ber zêdebûyina êrişên li ser çapemeniya azad, hat serdana ajansa me.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo piştevaniyê hat serdana ajansa me. Hevserokên Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Esra Bilen û Gurkan Îstekli û parêzer Îbrahim Bilmez hatin serdana ajansê. Heyeta OHD'yî bal kişand ser zextên zêde bûne.    Parêzeran di heman demê de dan zanîn ku ew ê tim bi kedkarên çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de bin.