Li dijî rakirina destnedayinê: Em ê li kolanan dengê xwe bilind bikin 2022-07-28 09:05:32   WAN - Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynur Sarica derbarê rakirina destnedayina parlamenter Saliha Aydeniz de wiha got:"Em li dijî vê biryarê li kolanan, li hemû qadên jiyanê nerazîbûna xwe nîşan bidin."   Di Komîsyona Têkel de 5 fezlekeyên cuda yên derbarê rakirina destnedayina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz de dan dengdayinê. HDP û CHP'ê dengê na bi kar anî,  AKP, MHP û ÎYÎ Partî dengê erê bi kar anî. Rapora Komîsyona Têkel a dê şerhên ku wê bên dayin tê de cih bigire dê di meha cotmehê de li Lijneya Giştî ji bo wê hevdîtin bê kirin.    Jinan derbarê rakirina destnedayina Salihayê çalakiyên cuda li dar xistin. Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynur Sarica têkildarî mijarê axivî.    'Bi rakirina destnedayinê têkoşîna jinê dikin hedef'   Aynurê bi lêv kir ku rakirina destnedayinê darbeyeke li dijî têkoşîna jinê ye û wiha got:"Ji Leyla Zana bigire heta Leyla Guven û herî dawî Salîha Aydeniz bi salan e li dijî jinan zextek heye. Lê belê ew bi van êrişana negihaştin armanca xwe. Dema zihniyeta mêr nikaribe bi jinê êriş dike."   'Têkildarî êrişên li ser parlamenterên me tu karê zagonî nehat kirin'   Aynurê da zanîn ku bi daxuyanî û çalakiyên tên lidarxistin di esasê de jin dibin hedef û wiha pê de çû:"Di meşa Gemlikê de jî polîsan jinên parlamenter kirin hedef. Lê belê têkildarî êrişên li ser parlamenterên me tu karê zagonî nehat kirin. Lê belê parlamenterên me yên li dijî vê yekê bertek nîşan dan destnedayina wan hat rakirin. Daxwaza rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan jî di komisyonê de wekî delîlê sûc hat nîşandan. Tu palpişta vê biryarê ya zagonî tune ye."   'Polîtîkayên zextê yên li dijî Gelê Kurd didomin'   Aynurê diyar kir ku ji 1994'an heta niha axaftinên siyasetmedarên kurd ên li kuçe, meclîsê wekî sûc hatine dîtin û wiha lê zêde kir:"Pêşiya kirina siyasetê ya kurdan tê birîn. Ev polîtîkayeke dewamkirina înkar, îmha û zextê ye. Gelek carî partiya me girtin. Bi deh hezaran kurd kirin girtîgehan. Gelek jê hatin qetilkirin. Lê belê di her şerd û mercî de têkoşîna Gelê Kurd mezin bû û dewam kir."   'Li qadê jin kirin hedef'   Aynurê da zanîn li her qadê jin bûn hedef û wiha pê de çû:"Bi dehan aktivîstên TJA'yê ji ber li dijî tundiya jinê têkoşiyane niha di girtîgehan de ne. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan di girtîgehê de ye. Bi taynkirina qeyûman sîstema hevserokatiyê bû hedef û êrişî projeyên derbarê jinan de kirin. Di van dozan de bi dehan hevserokên me hatin girtin."   'Em biryara rakirina destnedayinê qebûl nakin'   Aynurê wiha dawî li gotina xwe anî:"Ji ber daxwaza 'neteweyekî demokratîk' jin dibin hedef. Em jin li dijî zihniyeta yekperest a îktidarê jiyaneke wekhev, azad diparêzin. Rakirina destnedayina Saliha Aydeniz operasyoneke li dijî destkeftiyên jinan e. Em vêya şermezar dikin û qebûl nakin. Em li her qadê xwe bêtir bi rêxistin bikin û bi rêya demokratîk bersivê bidin."