ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-28 09:00:00   *Endama Dîplomasiya Kongreya Star Rûken Ehmed li ser encamên Forûma Jinên Rojhilata Navîn a bi munasebeta 10'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat lidarxistin, axivî. Rûkenê bal kişand ser armanca forûma hat lidarxistin û wiha got:"Yek ji armanca Forûma Jinên Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a hevpar e." DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP'ê ya bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku li dijî hebûn û jîngeha kurdan dijminatî û bêtehamûliyek mezin heye û got: “Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrîşî kurdan dike û tevî van yekan tu encamek nikare werbigire. Kurd bi avan êrîşên ku tên kirin naqedin û serî natewînin.”DÎMEN HEYE   *Esmer Kiyar di 25’ê hezîrana 2020’an de li herêma Heftanîn a başûrê Kurdistanê  li qada Şeşdara  di êrîşa hewayî ya TSK’ê de bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Pirtûka Esmer Kiyar a bi navê ‘Di tîrêjên rojê de mezinbûn’ di rojên borî de hat weşandin. Xwişka Esmerê, Zeynep Kiyar diyar kir ku asta vegotina wêjeyî ya wê gelek bilind bû. DÎMEN HEYE   *Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynur Sarica derbarê rakirina destnedayina parlamenter Saliha Aydeniz de wiha got:"Em li dijî vê biryarê li kolanan, li hemû qadên jiyanê nerazîbûna xwe nîşan bidin."DÎMEN HEYE