HDP ji bo mîtîngên 'çareserî em' in dadikeve qadan 2022-07-27 15:46:32     NAVENDA NÛÇEYAN - HDP bi mebesta mitîngên li Amed û Stenbolê ku dê bi dirûşma “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” ji sibê ve dest bi amadekariyan dike.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û krîza aborî û pirsgirêkên din ên Tikriyeyê li Stenbol û Amedê mitîngan li dar bixe. Mitîng dê bi dirûşma “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” dê bê lidarxistin. Mitînga ewil dê di 6’ê tebaxê de li Amedê û ya duyemîn jî di 7’ê tebaxê de li Stenbolê bê kirin.    Mitînga Amedê dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beşdarî mitîngê bibe û ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li mitîngê bibin. Hat zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer, krîza aborî û amadekariyên hilbijartinê mijarên sereke yên mitîngan in.    HDP ji bo mitînga Amedê ji sibê ve dest bi xebatan dike. Dê 25 parlamenter tev li xebatan bibin û tê payîn ku li hemû navçeyan bi gel re hevdîtin bên kirin. Her wiha di çarçoveya xebatan de dê biçin serdana malbat û esnafan. Xebatên behsa xeberê dê heta dîroka hilbijartinê jî berdewam bikin.    Hat zanîn ku bernameya mitînga Stenbolê jî dê di rojên pêş de aşkera bibe û piştre jî dê starta xebatan bê dayîn.