Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Şehbayê, dewam dikin 2022-07-27 14:32:22   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Jinên Bajaroka Til Rifatê ya Kantona Şehbayê ya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê teqez kirin ku wê li hember topên dewleta tirk li ber xwe bidin û wiha anîn ziman: " Em li vê derê ji ber tanq û topên dewleta tirk ji malê xwe derkevin. Dewleta tirk jinan hedef digire."   Dewleta tirk a ev demeke gefan li ser herêma Şehbayê û navçeya Şêrewa ya Efrînê dixwe. Di bin navê avakirina herêmên ewle de dewleta tirk rojane bi topên xwe sivîlan hedef digire, bi taybet jinan hedef digire. Duh di saetên 7 û nîvan de dewleta tirk bi dijwarî bajaroka Til Rifat û herêma Şehbayê û navçeya Şêrewa topbaran kir. Di encama êrîşa dewleta tirk de 6 jin Fehîme Reşo ya 22 salî, Roxaû Reşo 15 salî, Lemye Hesen 41 salî, Kewser Mistefa ya 17 salî, Sewsen Sibhî Mistefa ya 14 salî û Itriyê Mihemed Şober ê 20 salî ku di nav zeviyan de kar dikin hatin hedefgirtin û bi giranî birîndar bûn. Duh bi sedan topên dewleta tirk gundewarên navçeya Şêrewa û herêma Şehabayê hedef girtin.  Heya vê kêliyê jî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmê bi dijwarî dewam dikin.    Têkildarî mijarê jinên bajaroka Til Rifatê ji ajansa me re axivîn.     'Dewleta tirk jinan hedef digire'   Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Rifatê Leyle Bekir behsa bûyera hedefgirtina sivîlan a ku duh qewimiye kir û wiha axivî: "Ev derbasî sala 5'an dibe em li vê derê koçber in, êrîş û topên dewleta tirk a dagirker bê navber rojane li ser herêma Şehbayê dewam dike. Her roj dewleta tirk a dagirker gefan li ser herêmê dixwe û dixwaze bi vê yekê metirsiyekê di nav gel de çêbike. Duh jin derbasî nav erdên kar dikirin, bûn ji bo debara jiyana xwe bikin, dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, ew sivîl û jin kirin hedefa xwe. Di derdora seatên 7 û nîvan de dewleta tirk bi topan êrîş kir û di encama vê êrîşê de 6 jin birîndar bûn. Hin ji wan birînên wan giran e ji ber vê yekê derbasî bajarê Helebê kirin û heya niha rewşa wan giran e. Gel diçe karê erdan dike, ji ber ku derfetên kar li vê derê tune ye. Ji bo debara xwe bikin, lê li wê derê jî dewleta tirk bi topan sivîl kirin hedefa xwe."    Leyle Bekir diyar kir ku li gor hemû derfetên zehmet û êrîşan dîsa gel li ber xwe dide û wiha got: "Ruxmî ku Rûsya li vê derê bi cih bûye lê heya niha jî êrîş dewam dikin. Lê dîsa jî ruxmî her tiştî, her tim helwesta me têkoşîn û têkbirina dagirkeriyê ye."   'Hebûna me li vê derê vegera Efrînê mîsoger dike'   Zehîda Elî ya ji koçberên Efrînê ye û niha li Bajaroka Til Rifatê dijî wiha helwesta xwe li hember êrîşên dewleta tirk nîşan da û got: "Duh topên dewleta tirk li ser me ranewestiyan, zarokên me gelek tirsiyan, me nizanîbû em ê çawa xwe ji topên dewleta tirk biparêzin. Wê gel çibike û bi ku de biçe, em ji vê derê dernakevin. Hebûna me li vê derê vegera Efrînê mîsoger dike. Ji ber vê yekê em natirsin û em Efrîna xwe ji dagirkeran re nahêlin."   'Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin'   Sewliye Hisên a ji Efrînê li bajaroka Til Rifat dijî derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê de wiha bi lêv kir: "Em li vê derê jî nikarin ji ber tanq û topên dewleta tirk ji malên xwe derkevin. Ev demeke êrîşî me dikin ji bo ku bajaroka Til Rifatê vala bikin, lê em dernakevin, em gav paş de navêjin, ji bo em vegerin Efrînê. Divê civaka navneteweyî li ser hovîtiya dewleta tirk, çavên xwe vekin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re bigirin."