Li Gimgimê jinek hat qetilkirin 2022-07-27 12:40:56   MÛŞ - Li navçeya Gimgimê jina bi navê Sema Kisa ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve  bi îşkenceyê hat qetilkirin.   Li gundê Sarkan ê Gimgima Muşê di 22'yê Tîrmehê de, Sema Kisa (24) ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin Mugdat Kisa ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gûmanbar Mugdat Kisa ku li Zozanan şivantî dikir berî bi 2 rojan  Sema û du zarokên xwe ku li Stenbolê bûn gazî wan kir, Sema li gel xwe biriye zozanan û qetil kiriye. Gumanbar piştî ku Semayê qetil dike gazî cendirmeyan dike, sûcê xwe radigihîne û tê binçavkirin û girtin. Sema ya ku hat qetilkirin jî cenazeyê wê ji aliyê şaredariyê ve hatiye definkirin.