Koordînasyona Jinan hedefgirtina 3’ê fermandarê jin şermezar kir 2022-07-24 16:54:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Koodînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hedefgirtina her sê fermandarên YPJ'ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî û hikûmeta Şamê kir ku bi erka xwe rabin.   Di 22’ê Tîrmehê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo wesayîta fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan bombebaran kir.   Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê îro li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Bajarê Kobanê, bi beşdariya bi dehan endam, rêveberên meclisan û desteyên Rêveberiya Xweser ên herêmê bi daxuyaniyekê sûcên li dijî her sê fermandarên YPJ’ê şermezar kir.   Cîgira Desteya Jinan a Herêma Firatê Nazîn Zada daxuyanî xwend û tê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê siyaseta xwe ya şovînîst li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike û hemû peyman û agirbestan bin pê dike.”   'Bêdengî dibe sedema hedefgiritnê'   Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a  dibe sedem ku hîn zêdetir bajar û gund û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên hedefgirtin û wiha dom kir: “Bêdengî û çavgirtina civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk xizmeta parastina ewlehî, aramî û têkoşîna li dijî terorê li herêmê nake. Bi binpêkirineke nû ji serdestiya Sûriyeyê re, hêzên dagirkeriya Tirk 3 fermandarên Yekîneyên Parastina Jin hedef girtin, yên ku xwedî dîrokeke têkoşînê ya dirêj in û tev li şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bûne, her wiha di hemû qadan cihê xwe girtine û bêyî dudilî di eniyên pêş de şer kirine.”   Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş bi armanca şikandina vîna jinan û belavkirina tirs û xofê ye, her wiha armanc dike destkeftiyên gelê herêmê ku bi saya ewladên wê hatine bidestxistin têk bibe.   Koordînasyona Jinan, dewletên garantor ên li herêmê berpirsên van êrîşan nîşan dan. Her wiha bang li Koalîsyona navneteweyî, Rûsya, hikûmeta Şamê, saziyên enternasyonal, hiqûqî, mirovî û saziyên jinan kir ku li hemberî rewşa herêmê bi erka xwe rabin û parastina ewlehiya herêmê bikin.   'Bila kiryarên xwe bi dawî bikin'   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelê azadîxwaz hate kirin ku berxwedana xwe xurttir bikin ku zextê li hikûmeta Erdogan bikin û kiryarên wê yên derqanûnî û dermirovî yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin.