Li dijî birîna daran li Şirnexê dê daxuyanî bê dayîn 2022-07-24 10:21:45     ŞIRNEX - Li dijî talankirina xwezayê û birîna daran dê sibê li Şirnexê li ber avahiya  KESK’ê, saet di 13:00 an de daxuyaniyek girseyî were dayîn.   Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Li Bestayê bi deh hezaran dar ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn û talankirin.   Ji bo balê bikşînin ser talankirina xwezayê û birîna daran a li Şirnexê dê sibê bi pêşengtiya Baroya Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Odeya Bijîşkên Tirk(TTB), Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê(KESK) a Şirnexê , Kordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Şirnexê û Komeleya xwezayî û Komeleya Xweza û Duçerxê ya Cizîrê dê sibê li Şirnexê li ber avahiya  KESK’ê, saet 13:00 an de daxuyaniyek girseyî were dayîn.   Bêriya daxuyaniyê ji bo tevlibûnê banga hestiyariyê hate kirin û hemû welatî li dijî talankirina xwezayê vexwendî daxuyaniyê hatin kirin.