Nameya ku Leyla Guven ji girtiyê nexweş re şand nedanê 2022-07-24 08:57:54     AMED - Nameya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan re şandibû, bi hinceta "wê moral bidiyê " nedanê.   Nameya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji Girtîgeha Jinan a Xerpêtê ji bo girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan şandibû, nedanê. Hinceta nedana nameyê jî wekî “wê moralê bidiyê” hate nîşandan.   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: “Leyla Guven ji Girtîgeha Xerpêtê nameyek ji Mehmet Emîn Ozkanê nexweşê giran ku li Girtîgeha Amedê girtiye re şand. Lê belê bi hinceta ku wê moralê Mehmet Emîn Ozkan bilind bike name jê re nehat dayîn. Ez şîroveyê ji we re dihêlim ku hûn binirxînin."