SÎHA'yan fermandara serfiraziya têkbirina DAÎŞ'ê diyarî jinên cîhanê kir, kir hedef 2022-07-23 17:18:35   NAVENDA NÛÇEYAN - SÎHA'yên aîdî Tirkiyeyê ji fermandarên YPJ'ê Jiyan Tolhildan û du hevalên wê yên ji Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn vedigeriyan, kir hedef û li dijî wan sûîkast pêk anîn.    Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Fermandarên YPJ Jiyan Tolhildan a weke komîteya amadekar di Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê de cih digirt, Roj Xabur û Barîn Botan ên li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê beşdarî xebata Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhlatê Sûrîyeyê bûbûn, di encama êrişa hawayî ya dewleta tirk de jiyana xwe jidest dan.   Dewleta tirk a di dehemîn salvegera Şoreşa Jinê de gefên êrişê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwar, di pêvajoyên dawiyê de êrişên xwe yên hawayî li ser bingehê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê zêde kir. Di encama êrişa ku duho piştî bidawîbûna roja yekemîn a Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî de hat pêkanîn ji fermandarên YPJ û Fermandara giştî ya YAT’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan jiyana xwe ji dest dan.