ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Mehmet Salih Filiz bê berdan 2022-07-23 15:10:35   ÎZMÎR - Endamên ÎHD'ê yên di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş xwest girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li navçeya Konakê li ber Sumerbanka Kevn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên mîna "Bêdeng nebe, kesên bêdeng bibin dibine hevparê sûc. Dimirin" û "Girtiyê nexweş ên giran dimirin. Bêdeng nebe" hatin vekirin. Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû, rêveberên HDP'ê yên bajar û gelek welatî jî tev li çalakiyê bûn.    Daxuyaniya hatibû amadekirin Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek xwend.    Ahmet Çîçek, diyar kir ku wê di hefteya 256'an de balê bikişînin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz û wiha got: "Mehmet Salîh Fîlîz hê 28 salî ye û tedawiya nexweşiyên mîna kolîta ulseratîf, pençeşêra qolon û weremê dibîne. Ji bo pençeşêrê divê ji 14 rojan carekê derman bigire. Ji ber ku derziya divê li xwe bixe li Tirkiyeyê tune ye nikare tedawî bibe. Bi van nexweşiyan  re nexweşiya wî helandina hestiyan jî heye. Di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de ye. Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tedawiya wî hatibû destpêkirin lê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê hat kirin. Li vir jî tedawiya wê tê astengkirin."   Di berdewamiyê de Ahmet  Çîçek, destnîşan kir ku rexmî gelek nexweşiyên Fîlîz hene jî gelek caran hatiye sirgûnkirin û xwest ku Fîlîz bê berdan û tedawiya wî bê kirin.