Dayikên Şemiyê: Aqûbeta Abdulganî Dag eşkere bikin 2022-07-23 14:10:05   STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de li aqûbeta Abdulganî Dag ê 28 sal berê li ser rêya Qoser-Nisêbînê bi îşkenceyê hat windakirin, hat pirsîn.   Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 904’emîn de çalakiya xwe heftane bi rêya online li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Abdulganî Dag ê di 14’ê tîrmeha 1994’an de li ser rêya Qoser-Nisêbînê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin, îşkence lê hat kirin û windakirin pirsîn.    Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê hatibû windakirin, Masîde Ocak xwend. Masîde da zanîn ku ji ber ku li Tirkiyeyê kevneşopiyek serweriya hqûqê nîne lêpirsîn û doz di bin bandora siyasete de dimînin û lewma jî hemû serlêdanên malbatên windayan bêancam mane.    Nimûneya polîtîkaya bêcezahiştinê    Masîde destnîşan kir ku serpêhatiya Abdulganî Dag ê 28 sal berê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin nimûneya polîtîkaya bêcezahiştinê ya îktidarê nîşan dide. Masîde anî ziman ku malbatê wê çaxê serî li dozgeriyê, leşkeriyê û polîan daye û hemû hewldanên wan bêencam mane. Masîde got her wiha Fermandariya Leşkeriyê ya Mêrdînê ji ber serlêdanê gef li malbata Dag xwariye. Masîde da zanîn ku leşker Abdulganî Dag binçav dikin û li qereqolê bi rojan îşkenceyê lê dikin û her çiqas malbat dixwaze cenazeye xwe bibîne jî lê dozgerî daxwaza malbatê red dike. Masîde anî ziman ku ew di salvegera 28’emîn a windakirina Abdulganî Dag de carek din daxwaza dikin ku aqûbeta wî bê eşkerekirin û cenazeyê wî li ku hatiye eşkerekirin bila bê tespîtkirin. Masîde destnîşan kir ku çend sal derbas dibin bila bibin di şexsê Abdulganî Dag de dê ji bo hemû windayan dest ji daxwaza edaletê bernedin û wê dest ji cihê xwe Qada Galatasarayê bernedin.