Dîmenên nû yên birîna daran derketin 2022-07-23 13:24:11   ŞIRNEX - Têkildarî birîna daran a ku li Şirnexê bênavber berdewam dike, ji herêmên Kaniyamîr û Rîsor dîmenên nû derketin.   Birîna daran ku li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Li herêmên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qurteka peşiya, Girêdeyince, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê birîna daran didome. Darên ku li van herêman tên birîn, li herêma Navyan a girêdayî çiyayê Cûdî tên komkirin û ji wir jî bar dikin kamyonan û dibin derveyî bajêr.   Ji herêmên Kanîyamîr û Rîsorê dîmenên nû derketin. Di dîmenan de gelek darên ku hatine birîn û hatine komkirin hene.